Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafael Grossi” di serdana xwe de li bajarê Tehranê ragihandiye ku eger Îran û Ajansa navnetewî ya Vizeya navkî li hev nekin, hizra wê yekê ku Bercam dê bê zindîkirin, hizrek şaş e.
Roja Şemî 5ê Adarê Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Wizeya Navkî “Rafael Grossi” di civîneke rojnamevaniyê de li bajarê Tehranê bi rohnî ragihand: “Çendîn mijarên çaresernekirî hene ku divê bêne Rohnkirin û bê çareserkirina wan pirsgirêkan ti îmkanek bo zindîkirina bercamê tinîne”.
Di wê derheqê de berpirsê Saziya Vizeya navkiya Îranê “Mihemed Îslamî” gotiye: “Tehranê erê kiriye ku heta dawiya meha Cozerdanê belgeyên hewce bo Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî bişîne û pirsgirêkên di navbera Îran û Ajanê bêne çareserkirin”.
Herwisa wî berpirsê rejîmê gotiye: “tevî şandina wan belgeyan, xalên îdiakirî divê bi hertimî bêne dayxistin”.
Rejîma Îranê bi şêwazên Cuda hewla qazanckirina dem daye ku bikare di bin sîbera danûstandinan de çeka navkî berhem bîne û pêka gotina bisporan, Îranê qasa hewce ya Uraniyoma Meyandî bo berhemanîna bombek a navkî heye.