Di destpêka belavbûna vîrûsa Koronayê de li Îranê, rêberê rejîma Îranê “Elî Xamineyê” kirîna vaksenên bi wec ên Amerîka û Birîtaniyayê qedexe kir û bisedema nebûna vaksenên hewce û bi wec, vîrûsa koronayê bi lezgînî di Îranê de belav bûye.
Ragihandinên rejîma Îranê hewlê didin ku biryara Elî Xamineyî ya li derheq qedexwekirina vaksenên Koronayê bi awayekî bidin xuya ku armanca Elî Xamineyî ji wê biryarê kirîna wan vaksenan e ku berhemên Amerîka û Birîtaniyaê bûne û kirîna vaksenên ku berhema welatên dinê bûne qedexe nekiriye.
Endamê Ofîsa Parastin û Belavkirina Berhemên Rêberê Komara Îslamî, “Mehdî Fazilî” bi rêya belavkirina “Twitt”ekê îdia kiriye: “Rêberê Komara Îslamî heta niha kirîna ti vaksenekê qedexe nekiriye”!
Herwisa Nûçegihaniya Fars ku girêdayê rejîma Îranê ye belav kiriye: “Kirîna vaksena Koronayê bi mark û birenda Birêtaniyayî, Amerîkayî û Feransî ku di welatên dinê de hatine berhemanînê, ti carî qedexe nebûye û ew mijar bi nameyeke fermî ji aliyê rêberiyê ve bo perpirsên dewletê hatibû ragihandin”.
Kirîna vaksenên bi wec û karlêker li ser vîrûsa Koronayê yên cora Fayzêr û Astazênka ji aliyê reberê rejîma Îranê “Elî Xamineyê ve hatibûne qedexekirin.
biryara “Elî Xamineyî” bû sedema canjidestdana zêdetir ji 100 hezar kesan di Îranê de û afirandina trajêdiya mirovî.