Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapirsî nîşan dide ku %53 ji xelkê Amerîakyê, rejîma Îranê weke gefeke micid dizanîn

14:15 - 22 Gulan 2019

Kurdistanmedia:  Rapirsiya nû ku ji aliyê “Routerse Aîpsus” weşandiye, %53 ji xelkê Amerîkayê, rejîma Îranê wekî gefeke mezin û micid li dijî welatê xwe dibînin.

Li gorî rapirsiyên hatinî encam dan, %49 ji xelkê Amerîkayê reftarên, serkomarê Donald Tramp yên lidjî Îranê erê dikin û %31 ji lidjî vê reftara niha ne û li ser hev % 39 ji alîgirên siyasetên lidijî rejîma Îranê ne.

Donalp Tramp li destpêka dewra serkomariya xwe li Çileya Paşîna 2017`an, kiryarên tund lidjî rejîma Îslamî ya Îranê birêve birine, û di vê heyamê de, alozî dinavbera herdu aliyan de zêde bûne.

Herwisa  sala derbazbûyî jî, Amerîka li pêyamana  dostane ya ku li sala 1995`an  di dewra Pehlewî de di navber Îran û Amerîkayê de hatibû îmzekirin vekişiya, û baykutên lidjî beşxa Pula û Pîşeya Kanzaya Îran û herwisa danîna Spaha Pasdaran di nav rêzbenda reş ya girûpên terorîstî  yên derve, û Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê jî, biryarên din yên “Washington”ê di vê heyamê de lidar xistin.

Her di vê pêwendiyê de, rapirsiya “Routerse”ê  nînşan dide ku, %60 ji xelkê Amerîkayê, lidijî destpêka şer li djî rejîma Îranê ne, lê, %12 ji xelkê Amerîkayê alîgirên destpêkirina şer, ji aliyê Amerîakyê ne.

Herwisa, di rapirsiya nû de %51 ji xelkê gotine ku di heyama çend salên bê de, di navbera Îran û Amerîkayê wê şer derkeve, û ev rapirsiya liçav sala derbazbûyî, %8 ji zêde kiriye.

 Amerîkayê di heyama hefteya derbazbûyî de, gemiya balafirhilgira bi navê “Abramham û bomhilgra “B-52” ya xwe bo herêmê vegihastiye, û li gorî ragihandinên ku hatine weşandin, ev bo rûbirûbûna li hemberî gefên nişkêve yên rejîma Îranê hatine encam dan, kiryarên wiha gumanên derketina şer û perçûnê di navbera Amerîka û Îran de zêde kiriye. Ev rapirsiya “Routerese.Aîpsos di heyama rojên 17 hey 25`ê Adarê li seranserê Amerîakyê hatiye encamp dan li gorî civaka amarê ev Hezar û heft kes bûne ku, 337 kes ji Demokrat û 313 kes ji komarîxwaz bûne, û %4 ji şaştî bo vê rapirsiyê berçav hatiye girtin.