Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Aluziya Sûriyê çûye qunaxekî dijwartir

22:24 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmeida: Pitir ji 45 kes di şer û pevçûna navbera Hêzên Esed û muxalîfan de hat kuştin.


Di destpêka şerê hêzên Sûriyê û serhildayên Sûrî haya niha pirtir ji 100 hezar kes di şerê berdewam de hatin kuştin, dora 6 mîlyon kesên din jî derbider bûn û li welatên cîran bûne penaber.
Rewşa Sûriyê li gor dawîn nûçeyan ku li nûçegehaniyan de hatine bilavkirin nebaş û li meha Remezanê de jî agirbest nehat ragirtin û şer û pevçûn dom dike û rojane bi dehan kes tê kuştin û birîndarkirin û tên rivandin û aware dibin, di bajarên cûr bi cûr ên Sûriyê aluzî heye û hêzên Hizbulaha Lubnanê û hêzên rejîma Îslamiya Îranê aluztir kiriye.


Şer û pevçûn li Sûriyê dom dike


Di êrîşên dawî de 30 kesan jiyana xwe ji dest dan, Şam, Heleb û Humus jî di nav de li gelek bajaran ji erdê û esmanî tên bombebaran kirin, bi teybetî li Humusê êrîşên tund tên kirin. Hêzên Esed yên ku li rexê bajêr disekinîn, ji bo ku ber bi aliyê navenda bajêr ve biçin, êrîşek nû kir.
Şer û pevçûnên dijwar yên di navbera Hêzên rêjîma Sûriyê û Artêşa Azad ve ye, her diçe ji bajarê Qamişlo yê ve nêz dibe, roja sêşemê komke çekdar a ku bi ser artêşa Azad ve ne êrişî yek ji wargehên Artêşa Nîştimanî a ku rêjîmê ji Eşîrên Ereb yên alîgirên wê ne li devera Cezîrê avakiriye kirine, kirin. Wargaha ku Artêşa Azad êrişê kiriye li gundê Hamo ye, ku 5 km ji Qamişlo yê ve dûre.
Koma çekdar bi topên hawanê êrişî ser wargeha rêjîmê kir, artêşa rêjîmê jî, ji aliyê xwe ve bi topan ji balafirxaneya Qamişlo bersiv da û gundê Hamo û yên derdûrê wê ne topbaran kir.
Topbarana hêzên rêjîmê heya îro çarşemê sibehê jî berdewam kir, her wiha balafirekî şer li ser esmanên deverê geriya û navendên artêşa Azad yên dikevên başûrê Bajarê Qamişlo yê bombebaran kir.
Li gor nûçeya malpera PUKmedia, di navbera her du aliyan de kesên birîndarketine hene lê di derbarê ketina kuştiyan de tu agahî nînin, ji ber şer û pevçûnan gelek ji xelkê deverê berê xwe da ne gundên Kurdan yên ji devera pevçûana ve nêzin.
Li gundê Başemra û gundê Mezin a ser bi bajarê Efrînê şer roja sêşemê destpê kiriye û hîna jî dom dike, di pevçûnên roja sêşemê de herî kêm 20 endamên Komên çekdar htine kuştin.
Ektîvên Sûriyê ragihandin, di vî welatî de hejmar miriyan 100 hezar kes derbas kir.
Bizava Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyê ku bingeha wê li Lendenê ye di rapora xwe de bilav kir, di destpêka şer û pevçûna di navbera hêzên Beşar Esed û Muxalifên rejîma Sûriyê de 100 hezar û 191 kes canê xwe ji dest dane.
Rêxistina han got, Ji kuştiyan 36 hezar û 661 kes sivîle, 18 hezar û 72 kes ji çekdarên opozisyonêne û 25 hezar û 407 kes endamên artêşa Sûriyê yê Fermîn e.
Rêxistina Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyê di rapora xwe eva jî anî ber bas, di nav wan kuştiyene de 3 hezar û 330 jin, 5 hezar û 144 kes jî temenê wan 16 saliyê kêmtire.
Ramî Abdulrahman serokê Bizava Şopandinê ya Mafê Mirovan a Sûriyê ku bingeha wê li Lendenê ye ragehand, hejmara miriyan dibe li ew amara ku me dayî zêdetir be.
Her divê pêwendiyê de çend rojan berî niha Berdevkê rêxistina Neteweyên Yekbûyî ragehand, heya niha Pitir ji 93 hezar kes di şer û pevçûna di navber rejîma Beşar Esed û Muxalîfan li Sûriyê hatine kuştin.
Bizava mafê mirov ya Neteweyên Yekbûyî di raporekê de ragehan, di destpêka şer û pevçûna navbera rejîma Sûriyê û muxalîfên rejîma Beşar Eseb ku heya maha Nîsanê hatiye tomarkirin, pitir ji 93 hezar kes hatine kuştin. Her wisa divê raporê de hatibû her mehê 5000 kes tê kuştin.
NY: Heya dawiya sala 2013’an hejmara penaberên Sûriyê dige 3 milyîon kesan

5438.jpg


Bizava Neteweyên Yekbûyî ragihend, eger şer û pevçûna Sûiyê dawî nehê hejmara penaberên Sûiyê îmkan heye, heya dawiya sala 2013’an bu evhine be û bigehîje 3 milyîn kesan.
Bi gotina (NY) di rmara penaberan de, heya niha 1 milyîn û 500 hezar kes xelkê Sûriyê di welatên Turkiye, Lubnan, Ordon û Îraqê (Herêma Kurdistanê) penahendene.
Li gor vê amarê, di destpêka şer û pevçûna di Sûriyê de nîzîk bi du salan depitir ji 4 milyîon sûrî div î welatî de aware bûne.
penaberên surî bo herêma kurdistanê di zêdebunê da ye heta niha hejmara wana pitir ji 140 Hezar kesane û ev 140 Hezar penabere berbelavin li ser hersê parêzgehên kurdistanê, 90 Hezar penaber li kempa Dumîz ya biser parêzgeha duhokê ve dijîn û 35 Hezar penaber li parêzgeha hewlêrê ne û 15 Hezar penaber li parêzgeha slêmanyê ne.

Rejîma Îslamiya Îran û Hizbulaha Lubnanê alîkariya Beşar Esed dikin

5439.jpg


Li gor Rojnameyeke Amrîkayî ya “Waşington Post”, zêdetir li 50 hezar hêzên leşkerî ên Îranê di Sûriyê de hene û ragehand ku belge hene ku nîşan dide harîkariyên Îranê tenê ji bo parastina dewleta Beşar Esed nine, lê Îranê armancên dûr û dirêj jî hene.
Vê rojnamê ragehand Îran û Hizbulaha Lubnanê, di hewla pêkanîna gordanên şibhê leşkerî yên yekgirtî di seranserî Sûriyê de ne ku di dema ketina dewleta Beşar Esed jî berjewendiyên xwe li vî welatî de biparêzin. Her çend ku hêzên han niha tevî hezên Beşar Esed di Sûriyê de ne û hêzên Sûriî rêk dêxin.
Wezîrê karêderve ya Fransayê Loran Fabyos li pêşberî perlemantoya Fransayê ragihand, li Sûriyê 4000 hêzên Hizbullah yê Lubnanî ligel hêzên rêjîma Sûriyê li dijî hêzên opozisyona Sûriyê Şer dikine.
Tê gotin li qada şer li Sûriyê nêzî 3 hezar heya 10 hezar hêzên Hizbulahê hene, lê em di wê baweriyê de ne ku hêzên Hizbullah li Sûriyê nêzî 3hezar heya 4 hezar in.
Ji aliyekî di ve berpirsê paya bilinb a Mafê Mirovan li Natewên Yekbûyî Nafî Bêlayî ragihand, ku Hizbullah piştgiriyeke mezin dide hêzên rejîma Sûriyê, ev yek wî bi xwe re gengeşiyê li herêmê gur bike.

Her dive pêwendiyê de 11 welatên cîhanê piştî dawî hatina civîna dostên Sûriyê li Ordunê di daxuyaniyekê de dazwaz ji rejîma Îslamiya Îranê kirin ku hêzên çekdarên xwe li Sûriyê de derxînin.
Wezîrên dereve yê pişikdar di civîna dostên Sûriyê li Ordunê ragehandin, bûna hêzên çekdarên rejîma Îslamiya Îranê û Hizbullahê li Sûriyê û piştevanîkirin li rejîma Sûriyê, ewlehiya herêma Rojhelata Navîn xistine metirsiyê.
Nûçegehaniya Ruêtêrz bilav kir, di daxuyaniyê de hatiye her çend rejîma Îranê bi berdewamî nikolî li hebûna hêzên xwe li axa Sûriyê kiriye, lê hinek belgename ji ber dest hene ku eşkere dike ku Îran li Sûriyê hizûra leşkerî heye.
Piştire jî Hikumeta Amrîkayê ragehand, rûniştina dostên Sûriyê li Ordunê bi hinceta dîtina rêya çareseriya astengiyên Sûriyê, birêve diçe.
Pişkek berçav ji hevwelatiyên Sûriyê û Encumena Nîştimaniya Sûriyê jî li ser vê bawerê ne ku çareseriya qeyrana Sûriyê rêya siyasî nine.

Ji aliyekî din ve Can Kirî wezîrê dereve yê Amrîkayê ragehand, rejîma Îranê û Hizbulla bi berdewamî piştevaniyên serekî bûne bo rejîma Beşar Esed.

Serokwezîrê opozîsiyona Surîyê dest ji posta xwe berda

Serkowezîrê opozîsiyona Hevpeymanîya Niştîmanîya Sûrîyê “Xesan Hîto” di daxuyaniyekê de destberdan ji posta xwe ragihand û amadeyîya xwe bo wergirtina berpirsayetîyeke din ragihand.
Piştî çend rojan berî hilbijartina nû a opozîsiyona Hevpeymanîya Niştîmanîya Sûrîyê ku Ehmed Cerba bû serokê nû, dev ji karê xwe berda.

Ban Kî Moon jiber rojiyê banga Agirbestê kir

Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Kî Moon bang li hikûmeta Sûrî û serhildayan dike ku di seranser meha Ramazanê de ku roja Sêşemê destpê dike, şerê xwe rawestînin.
Birêz Ban dibêje, armanca wî ne agirbesteke nivîskî ye, lê wergirtina sozê ye. Wî got, bila her kesê ku çek radike, wek xelatek ji gelê Sûrî re, di meha Ramazanê de dawî li tundûtûjîyê bîne.
Rêzdar Ban herwiha got, biryareke wiha dikare hêvîya aştîyeke mayînde xurt bike. Wî dubare kir ku çareserîyeke sîyasî rêya herî baş e, jibo qedandina şerê hundirî ku pirtir ji du salan vir ve didome.

Rapor/ Daryûş Reşîdî