Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Gola Urmiyê ber bi zuhabûn diçe

21:58 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Serbarî erênên nawendên pêwendîdar bi rejîma Îslamiya Îranê jiber çareseriya gola Urmiyê, lê hêşta hişkbûna ava vê golê nehatiye çareserkirin.
Li gor rapora malpera Kurdistanemdia, berpisyarên rejîma Îranê diyar kirbûn ku nîzîkê 100 hezar lîter ava şîrîn rêjandine nav gola Urmiyê, lê roj tevî rojê ev gola zuhatir dibe û cihê metirsiyê ye.
Rûbera gola Urmiyê 483 hezar hêktare, yek ji girîngtirîn jîngehên aviyên cîhanê tê hejmarkirin û ku di sala 1975’an jî ket rêza yek ji jîngavên herî girîng ên cîhanê.
Di encama hişkbûna gola Urmiyê weke jîngeyek, dawî bi jiyana hejmarek caniwer weke “Artîma” dihêt û karesatên jîngehî dûrde heye.
Pisporên warê jîngehêparêzê diyarkirin, kêmbûna baranê, çalakiyên werzêrî, girtinên bendawan û çêkirina pir li ser golê, sebeba hişkbûna gola Urmiyê ye li çar salên pêşeroj de.
21 çem û 39 avdir diçine nav gola Urmiyê de ku serbarî wan hemû bendavane pitir ji %65 gola Urmiyê zuha bûye û ev rêjeye roj bi roj zêdetir dibe.

Qeyrana gola Urmiyê bûye yek ji mijarên rojevê ye û piraniya çalkvanên parastina jîngehê narizayetiya xwe beramber bi xemsariya rêvebrên rejîma Îslamiya Îranê derbirîne.

27 cire candar, 212 cire balinde, 41 cire xizoke (Xizinde), 7 cire du jiyane (du zîst) û 21 cire masî li gola Urmiyê de dijîn ku metirsiya li navçûna vê li sere û heya niha hejmarek ji wan weke “Artîma” linav çûne.
Li gorî rapora NY ku meha Hezîrana 2012’an de hat belavkirin, ava gola Urmiyê ji navbera salên 1995 heta 2011 nêzîkî 7 mêtir kêm bûye.
Eger astengiyên gola Urmiyê bi vî awayî dom bike, eva gola Urmiyê li nav diçe û zere û ziyanekî herî mezin bi derdûrê û xelkê Urmiyê dewrubara Urmiyê digehe.