Kurdistanmedia: Di deverên curbacurên Kurdistana Rojhelatê de heyamê meha Cozerdana 1392’a rojî de 11 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên rejîma Îslamiya Îranê ve hatine girtin.
Li gor nûçeya malpera Kurdistmedia û pişt girtin bi nawenda amara malperê, di meha derbas bûyî de 6 welatiyên kurd li parêzgeha Kirmanşanê, 3 hevwelatî li parêzgeha Kurdistanê û 2 hemwelatî jî li parêzgeha Urmiyê bi sûça alîkarîkirin û endamên partiyên Kurdî û ewlehî hatine girtin.
Pawe
Sê çiyagerên Kurd xelkê “ Dêhstan”a Şimşêrê ji aliyê hêzên sipaha pasdarana rejîma Îslamiya Îranê ve hatin girtin.
Bi gotina çavkaniya hayîdar, ev sê hevwelatiyên han di dema ku li çiyayê Şaho dizivirin tên girtin û eva jî got: ev sê çiyagerên han piştî yek roj ragirtin û lêpirsîn hatin serbestkirin.
Sine
Hêzên ewlehî û îtilata bajarê Sine berwara 25’ê Cozerdana 1392’a rojî, welatiyek bi navê Hîwa Xerîbî akinciyê taxa şehreka Beharan hat girtin û bo ciheke nediyar veguhestine.
Hîwa Xerîbî çalakvanê kedkar bû û heya bilavbûna vê raporê sebeba girtina vî nediyare.
Her divê pêwendiyê de berwar 14’ê Cozerdanê hevwelatiyekî din yê bajarê Sinê bi lêdan û kutan li hola Azadî a vî bajarî hat girtin.
Dêwelan
Li dirêjahiya girtinên li Kurdistanê de 18’ê Cozerdana 1392’an, welatiyek bi navê Xilid Fethî ji aliyê hêzên ser di îdareya îtilata Dêwlanê hat girtin.
Xalid Fethî temen 20 salî û kurê “Reşîd” hêzên îtilatê bi sûça “ewlehî” destbiser kiriye.
Piştî xwenîşandanên Yarsanan û hatina ser şeqaman, roja yekşemî 9’ê Hezîran a 2013’an, “Meyîsem Heyîderî û Resûl Keremî” li mala xwe de ji aliyê hêzên îdareya sîxuriya rejîma Îslamiay Îranê ve hatin girtin.
Me’mûrên îdareya Îtilatê çûne ber deriyên mala wan du kesane û destpêkê de gotine ji aliyê îdareya Postê ve hatîn û piştî derketina ber derî ev du welatiyene hatine girtin û bo ciheke nediyar hetin veguhestine.
Heya bilavbûna vê raportê çarenûsa van du welatiyên Yarsan nediyare.
Riwanser
Li dirêjahiya şepola girtinan de 18’ê Cozerdana 1392’an, berbijêrên şivraya bajarê Riwanserê bi navê Wehab Xulamî temen 29 sal û kurê Elî het destbiserkirin.
Sebeba girtina hevwelatiyê han nehatiye zanîn.
Bokan
Her divê pêwendiyê de hemwelatiyekî din li bajarê Bokan bi navê Resûl Çûpanî ku berbijêrê şivraya bajarê jî bû hat destbiserkirin.
Resûl Çûpanî nivîskar, wêje û helbestvanê bajarê Bokanê bû û hêzên îtilatê sebeba girtina vî “ewlehî” ragehandiye.
Serdeşt
Hêzên ewlehiyên rejîma Îslamiya Îranê li bajarê Serdeştê, hevwelatiyekî Kurd bi navê Îbrahîm Cenetiyan temen 47 salî destbiserkir.
Welatiyê han bi sûça alîkarîkirin li gel yek ji partiyên kurd ên opozîsiyona rejîma Îranê hatiye girtin.
Ev rapora li gor amara hatî tomarkirin li nawenda amara malpera Kurdistanmedia hatiy bilavkirin û egera vê heye rêjeya girtiyan li vî amarê pitir be.