Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Roja Cîhanî ya AIDS

18:43 - 2 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Zafbûna rêjeya tûşbûyên nexweşiya AIDS di Îranê de negeraniya karzanan anî gor, hevdem rêjeya tûşbûyên wê nexweşiyê di Cîhanê de kêm dibe.


AIDS di Kurdistanê de


Li parêzgeha Sine 476 kes, 33 jin û 443 mêr tûşî vayros HIV bûn e ku ew rêjeye li parêzgeha Kimanşanê zortir e. Li parêzgeha Kirmanşanê 3300 hemwelatî tûşî vê vayrosê bûne ku 297 kes jin û 3003 kes jî mêr.
Xişteya jêrîn rêjeya tûşbûyên vayrosa HIV li parêzgehên Kurdistana Îranê (Kirmanşan, Sine, Urmiye û Îlam) nîşan dide.

7388.jpg

Li gor vê xiştê di Kurdistana Rojhelatê de 4212 kes tûşî nexweşiya AIDS bûn e ku 3753 kes mêr û 359 kes jî jin in.
Rêjeya tûşbûn bi vayrosa HIV li Kurdistanê de li amara ragihnadî ên nawendên rejîma Îslmî ya Îranê pitire û nabûna nawendekî serbixwe a taybet bi AIDS li Kurdistanê ji ber tomar kirina ew amarane, rêjeya tûşbûyan bi kêmtirîn şêwe ragihandiye.


AIDS di Îranê de


Piraniya haletên tûşbûyên bi vayrosa HIV ku haya niha di Îranê de peydabûne ji regeza mêr de ye û sedema vê jî bo vê digere ku jinan kêmtir taqîkirinek bo vayrosa HIV encam dane, ewa di demekê de ku destpêregehîştina bi wan jinane ku tirsa AIDS\'ê li ser e bo encamdana taqîkariya dijwar û di hinek haletan de jî namumkin e.

7389.jpg


Nêzîkê %75 tûşbûyên vayrosa HIV li temen navbera 15 heya 45 salî de ye û weke girûpekî çalak û tenanet berhemênerê civaka AIDS tên nas kirin.
Li gor amarê %85 tûşbûyên vayrosa HIV ji regeza mêr û jin jî pitir ji %10 tûşbûyan pêk tînin.
%95 mêrên tûşbûyên AIDS canê xwe ji dest dan e û jin jî %50 qurbaniyên tûşbûyî nexweşiya AIDS di Îranê de pêk tînin.
Amara han pişt girtin bi nawendên amara rejîma Îslmiya Îranê ye û seba şermkirin bi vê nexweşiyê di civaka Îranê de, karzanên vî varî li ser vê bawerê ne dibe amara rast ji vê rêjê zêdetir be.
Di Îranê de ciwan pitir ji qişên din ên civak tirsa tûşnûn bi HIV li ser e û mefah wergirtin ji alavên bikaranîna madeyên hişber di nav tûşbûyên madeya hişberin, pêwendiyên cinsî tevî kesên tûşbû bû HIV, wergirtina xwîn hilgirtina vayrosa HIV, şîdana dayîka tûşbû bi vayrosa HIV bi zarokên sawa, mefah wergirtin ji derziyên hevper bo nexweêan û.... ji sedemên veguhestina ew nexweşiye ye bo kasên din.
Zafbûna rêjeya tûşbûyên nexweşiya AIDS di Îranê de di demekê de ye ku amara AIDS li Cîhanê kêmtir dibe û li gor dawîn amar heya destpêka meha Rezbera 1392\'an a Rojî, nêzîk bi 27 hezar kes di Îranê de tûşbûyên nexweşiya AIDS bûn û nêzîk, 70 hezar kes din jî hayîdarê tûşbûyên nexweşiya AIDS bûn e.
3 heyv carek di Îranê de 500 kes bi hejmara tûşbûyên nexweşiya AIDS zêde dike ku piraniya wan bi rêya pêwendiyên cinsî ve tûş dibin.


AIDS di Cîhanê de


Rêjeya mirinan seba nexweşiya AIDS di Cîhanê de kêm kiriye. Di raporekî Saziya NY de hatiye: Li sala 2012\'an de 35,3 milyon kes di Cîhanê de tûşî nexweşiya AIDS bûn û nêzîkê 3,2 milyon kes jî li dawiyane de tûşbûyên wê nexweşiyê bûn e.
6,1 milyon din jî di Cîhanê de seba wê nexweşiyê canê xwe ji dest dan e.

7386.jpg
Nexşeya bilavbûna AIDS di Cîhanê de (2011)


Zafbûna nexweşiya AIDS ji rêya pêweniyên cinsî ve pirseke ku li gelek welatên Cîhanê de hatiye konterol kirin, lê di Îranê de berwajî cîhanê rû ji zêdebûnê ye û %99 tûşbûyên nexweşiya AIDS di Îranê de ji rêy sêksê ve tûşî vê nexweşiyê dibin.

A/ Raman Nesrî