Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ Şer û pevçûn di navbera muxalîfên Esed û rejîma Sûriy û daxuyaniya welatên derve

13:49 - 20 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: 8 welatên Cîhanê li ser Sûriyê daxuyanî dan û şer û pevçûn di navbera hêzên Beşar Esed û Muxalîfên rejîma Sûriyê domdike.


Malpera “Alarabiya” bilavkir, şer di navbera alîgirên pêşnivêja mizgevta “Bilal” û çekdarên Hizbulahê qewimî.
Şêx Ehmed Esîr pêşnivêjê mizgevta “Bilal” li Lubnanê, piştire desttêwerdana Hizbulahê li karubarên Sûriyê de mehkûm kiribû.
Ew Şêxê han daxwaz ji xelkê Lubnanê bi xasmanî ola Sunî kiribû ku pîşiya kiryarên Hizbulahê li Sûriyê de bigirin.
Arteşa Azad û encumena nîştemanî bi berdewamî Hizbulaha Lubnanê û rejîma Îranê bi desttêwerdana karubarên Sûriyê sûçdar kiriye.

5188.jpg


Gundê Bênê ji komên çekdar hate rizgarkirin


Gundê Bênê ya ser bi devera Şêrawa ya Efrînê ku ev çend rojbûn pevçûnan dom dikir, bi temamî ji komên çekdar hat rizgarkirin.
Gundê Bênê ku ji aliyê komên çekdar ve hatibû dagîrkirin û ev demek bû kurdên vî deverî bersiva êrîşên wan dida, di çend rojên dawî de jî şerên dijwar diqewimîn, bi temamî hate rizgarkirin. Di encama pevçûnên rojên dawî de hêzên Kurdan gund bi temamî ji komên çete rizgar kir.

Her divê pêwendiyê de 20 kes hatin kuştin û deha kes hat birîndarkirin.

5187.jpg


Şer û pevçûn di navbera muxalîfan û hêzên Sûriyê domdike û di encam de 73 kes hatin kuştin


Di êrîşên hêzên Esed de herroj bi dehan kes tên kuştin, şer û pevçûn di navbera rejîma Sûriyê û mûxalîfan gewimî û di encam de 73 kes jiyana xwe ji dest dan.

Her di vê pêwendiyê de Bizava mafê mirov ya Neteweyên Yekbûyî di raporekê de ragehan, di destpêka şer û pevçûna navbera rejîma Sûriyê û muxalîfên rejîma Beşar Eseb ku heya maha Nîsanê hatiye tomarkirin, pitir ji 93 hezar kes hatine kuştin.
Ev amara heya meha Nîsan a 2013’an, hatiye tomarkirin, li gor evê ku her mehê 5 hezar kes hatibe kuştin heya niha 100 hezar kes hatiye kuştin.
5189.jpg


Daxuyaniya dawî hatina civîna G8 li ser Sûriyê

Piştî du rojan ji civînan, her heşt serkirdeyên mezintirîn welatên pîşesaz, di dawiya lûtkeya xwe de, daxuyaniyeke lewaz derxistin.

Her heft welatên din, ji bo Rûsya qayil bikin, daxuyaniya lûtkeyê ji çarenivîs û navê Esed vala hiştin, ji ber ku Rûsya gef kiribû ku eger daxuyanî daxwaza rakirina Esed bike ew dê îmze neke.

Serkirdeyan di daxuyaniyê de tekez kirin ku ew piştgiriya biryara lidarxistina kongreya Cenevre 2 dikin, bikaranîna çekên kîmyayî şermezar kirin û ji hemû aliyan xwestin ku rê li pêş komîteya lêkolînê vekin û daxwaza damezrandina hikûmeteke veguhêz bi razîbûna herdu aliyan kirin.

Herwiha daxuyaniyê ji rejîm û opozisyona Sûriyê xwest ku hemû rêxistinên ser bi el-Qaîde ve ji hev vekin û wan ji xaka Sûriyê dûr bikin.

Malpera “Rudaw” bilavkir, tevî ku serkirdeyên G8 tekezî li ser girîngiya çareseriya siyasî kirin, lê daxuyaniyên di derbarê paşxistina Cenevre 2 de, hêvî kêm dikin.

Rapor/Daryûş Reşîdî