Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/ simînarek bo Îsmaîl Bêşikçî nûserê Turk li Hewlêrê birêve çû

15:18 - 30 Nîsan 2013

Kurdistanmedia: Dezgeha xêrxwaziya Barzanî simînarek bo Îsmaîl Bêşikçî rewşenbîr û nûserê bi nav û deng ê Turk li zanîngeha Selahedîn a bajarê hewlêrê pêk anî.
Li gorî rapora peyamnêrê malpera Kurdistanmedia, roja 7’ê Banemerê dezgeha xêrxwaziya Barzanî simînarek bo Îsmaîl Bêşikçî rewşenbîr û nûserê bi nav û deng ê Turk li zanîngeha Selahedîn a bajarê hewlêrê pêk anî. Di despêka simînarê de Bêşikçî basek li ser şerê navbera Osmanî û Sefewiyan û parçe parçe bûna Kurdistanê di çend qonaxan de kir, paşan li ser şoreş û xebata berdewam a Kurdan li hemû beşên Kurdistanê de sekinî û gotinên xwe pêşkêşî beşdaran kir.
Îsmaîl Bêşikçî di beşek din a gotinên xwe de bas ji jînosayd û kimyabaran û terora Dr. Ebdollrehman Qasimlo û bê helwêstiya welatên Ewrûpayî di vê derheqê de kir û got; “Di pêvajoya terorkirina Dr. Qasimlo de, di roja ronahî de rê bi terorîstan hat dayîn ku vegerin Îranê û serbarê hewlên zaf ên xanima Hêlên Qasimlo hevjîna Dr. Qasimlo bona vekirina dosiyeya wê terorê li dadgehên Otrîşê de, bi sedema berjewendî û peywendiyên bazirganî di navbera Îran û welatê Otrîşê de keysa terorê hat daxistin û heta peyvek di vê derheqê de nehat gotin û hewlên Hêlên Qasimlo bê encam man”.
Di dirêjiya simînarê de Bêşikçî got ku bi vî awayî li sedsala bîstan de civaka cîhanî û welatên Ewrûpayî pişt li kîmyabaran û jînosayda kurd û terorkirina Dr. Qasimlo Sekreterê Giştî yê PDKÎ kirin û ev karesat jî weke xedra herî mezin li netewa Kurd da nasîn.
Di vê simînarê de şandek PDKÎ bi serperestiya birêz Rostem Cehangîrî Endamê Deftera Siyasî beşdarî kir.