Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapor/Êrîşên hêzên Esed û Hîzbullahê yên li ser gel dewam dikin/ 90 kes hat kuştin

21:00 - 9 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Li Sûriyê êrîşên hêzên rejîmê li ser gel didomînin digel militanên Hîzbullahê. Ji aliyê din hêzên opozisyonê bavê cigirê Wezirê Derve Faysal Mikdad revandibû. Hêzên Esed bi berdêla wî, gelek êsîrên di destê xwe de serbest berdan.



Êrîşên ku hêzên Esed digel mîlîtanên Hîzbullahê dabûn destpêkirin, bênavber dewam dikin.
Hat ragihandin ku Hîzbullah û Hêzên Esed, piştî Kuseyrê bajaroka Buveyda ya li rojavayê welêt jî bidestxistine.
Xeber dişînin ku Hêzên Esed, bi moşeka Scudê êrîş dibe ser Halebê û bi bombeya warîlan êrîşî bajarê Rakka ya ku di bin qontrola muxalîfan de ye dikin.
Komîteya Koordinasyona Herêmî ya Sûriyê ragihand ku di êrîşa moşekan ya Hêzên Esed de li Halebê gelek xanî hilweşiyane û zirar dîtine.
Komîteyê ragihand ku hêzên Esed, li gelek bajarên bakurê welêt, erdên çandinî şewitandine û Haleb di serî de li gelek bajaran pevçunên bi tund berdewamin.
Ji bo serbest berdana bavê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Suriyê Faysal Mikdad, gelek esîr hatin berdan.
Piştî ku mûxalîfan bavê Mikdad serbest berda, jin jî di nav de gelek siwîl serbest man.
Di vê navberê de Sekreterê Giştî yê Teşkîlata Hevkariya Îslamê Ekmeleddîn Îhsanoğlu di hevdîtinên xwe yên li paytextê Rusyayê Moskovayê de wiha got: Em mecburin ku di konferansa Cenevreyê de çareseriyê dest bixin.
Îhsanoğlu diyar kir ku li Suriyê mûdaxelaya leşkerî qebûl nakin. Eger êrîş dewam bikin dibe ku Surîye bibe wekî Somaliyê.

Êrîşên Li Sûriyê Didomin eLi Sûriyê, gengeşî her roj zêdetir dibe. Hêzên Esed bênavber êrîşên xwe didomînin. Civaka Navnetewî ji bo pirsgêkên ku belavî derwelêt bûne li çareseriyan digere.
Xeberê Payke

5071.jpg


Li Sûriyê, hêzên Esed bênavber êrîşên xwe didomînin/90 kes li Sûriyê hat kuştin

Di êrîşên dawî yên paytext Şam di serî de li Halep,Hûmûs, Hama û Kûneytrayê hatin kirin de 90 kesan can dan.
Ji aliye din ve, li deriyê sînor Kûneytrayê yê li ber girên golanê, di navbera hêzên Esed û mûxalîfan de pevçûnên tund didomin.
Neteweyên Yekbûyiyê diyar kir ku pêşniyara Rûsyayê ya şandina leşkeran li Girên Golanê, nayê qebûl kirin.
Di vê navberê de li Libnanê pirsgirêkên Sûriyiyên koçber di rojevê de ne.

Trt xeber