Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora du saziyên mafê mirovan pêwendî tevî mayînên çeqandî ên Îran û Kurdistanê

18:33 - 3 Kanûna pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Civaka mafê mirov a Kurdistana Îranê – Jinêv û nawenda piştîwaniya mafê mirovan raporek li ser mayînên çeqandî amade kirin û bo konferansa welatên endam ên Konvansiyona dije mayîn Otawaê rêkirin.

Li gor nûçeya melpera Kurdistanmedia, du saziyên han ên berewaniya mafê mirovan bi boneya 13\'emîn konferansa welatên endam ên Konvansiyona dije mayîn Otawaê ku li berwara 2 heya 5\'ê Çileya Pêşîn a 2013\'ê li rêxistina NetewênYekbûyî (NY) li Jinêvê birêve diçe ew rapora amade kirin e .
Di vê raportê de çend aliyên xisra mirovî, abûrî, civakî hatiye gengeşekirin û her wuha daxwaz ji rejîma Îranê jî kiriye ku hevceye beşdariya Konvasiyona dijemîn dikin.
Alîkariya abûrî û dabînkirina alavên pizişkî bo qurbaniyên mayînên erdê yekek din ji daxwazên ew du saziyane yê dakokiyên mafê mirovan di vê raporê de ye.
Lihevhatina Otawa li Çileya Pêşîn a 1997\'ê li bajarê Otawa Kanadayê hat pejrandin û heta niha ji aliyê 157 welatên Cîhanê ve hatiye îmza kirin.