Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora Kurdistanmedia li ser rewşa kolber û hemwelatiyên Kurd li Kurdistana Rojhelatê de

14:30 - 10 Çirriya paşîn 2013

Kurdistanmedia: Di heftiya derbasbûyî de 8 haletên tepesekirina mafên mirovan derheq destbiser kirina çalakiyan û kuştin û birîndarbûna kolber û hevwelatiyên li devera Kurdakincî yên Îranê rû dane.

Girtina hemwelatiyên Kurd

Di heftiya derbasbûyî de 5 hevwelatiyên Kurd li bajarê Îranê de ji aliyê nawendên rejîma Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Berwara 5’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, li rewta xwenîşandanên bajarê Merîwanê, çalakvanekî xwendekar bi navê “Wurya Tase” ji aliyê hêzên taybetî yên rejîma Îslamiya Îranê ve hatin destbiserkirin û xwendekareke din jî bi navê “Dana Lincabadî” gazî kiribûne îdareya Îtilatê.
Her di vê pêwendiyê de û rojek pêş xwenîşandanên bajarê Merîwanê, hêzên Ewlehî yên rejîma Îslamiya Îranê 2 hemwelatî yên Kurd bi navê “Kejal Hujebirî û Hîwa Hujebirî” destbiserkirin û bo îdareya Îtilata bajarê Merîwanê veguhastin.
Piştre hewser “Kejal Hujebirî” seba çalakiyên siyasî naçar ma ku Îranê bi cî bihêle.
Di rewta girtinan de, berwara 3’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, hevwelatiyeke Kurd bi navê “Amanc Perwîzî” ji aliyê hêzên Ewlehîker ên rejîma Îranê ve hat girtin û bo ciheke nediyar veguhastin.
Her di vê pêwendiyê de berwara 2’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, nûça girtina hevwelatiyeke Kurd bi navê “perwîz Elîrizayî” bilav bibû, hemwelatiyê han berwara 28’ê Çiriya Pêşîn a 2013’an, ji aliyê hêzên Îtilata rejîma Îslamî ya Îranê ve piştî lêgerîna mala wî, destbiser bo ciheke nediyar veguhastin.
Di heyamê heftiya derbas bûyî de 3 hemwelatiyên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiyan û îdareya Îtilatê ve û çalakvanekî xwendekar jî ji aliyê hêzên taybetî yên rejîma Îranê ve hatin girtin û xwendekarekî din jî gazîkirine îdareya Îtilatê.
Li gor serhejmariya malpera “Kurdistanmedia”ê di heyamê heftiya derbasbûyî de 6 hevwelatiyên Kurd hatine girtin, ku çarenivîs û cihê destbiserkirina 4 kesan heya dema bilavbûna rapora han nediyar e.

Kuştin û birîndarkirina hemwelatî û kolberên Kurd


Di heyamê heftiya derbasbûyî de 3 hevwelatiyên Kurd di encama destdirêjiya gulleyên hêzên Leşkerî yên rejîma Îranê hatine kuştin û birîndarkirin.
Berwara 6’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, seba gulleyên raste rastên hêzên Ewlehî yên rejîma Îranê ve, kolberekî Kurd bi navê “Barzan Selîmnijad” temen 23 salî û xelkê bajarê Serdeştê, canê xwe ji dest da.
Her di vê pêwendiyê de û berwara 5’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, hevwelatiyeke din yê Kurd bi navê “Ako Ehmedpûr” di encama destdirêjiya gulleyên hêzên Leşkerî yên rejîma Îranê li gundê “Suîrw”a bajarê Serdeştê, bi tundî hat birîndarkirin.
Roja 1’ê Çiriya Paşîn a 2013’an, li devera “Tigewer”a bajarê Urmiyê kolberek bi navê “Kerîm Erebî” ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve bi tundî hat birîndarkirin.
Li gor parvekirina deveran, di heyamê heftiya derbasbûyî de du kolberên kurd li devera Serdeştê hatine kuştin û birîndarkirin û kolberekî din jî li devera Urmiyê hatiye birîndarkirin.
Li gor amara malpera Kurdistanmedia, di destpêka werza Payîzê heya niha 11 kolber û hemwelatiyekî Kurd ji aliyê hêzên leşkerî ve hatine kuştin û 19 kesê din jî hatine birîndakirin.

Rapor/ Ejîn Şêxî