Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora pişkek din li ser rê û resmên Newrozê li Kurdistana Rojhelatê

15:15 - 25 Adar 2013

Kurdistanmedia: Agirê Newrozê li bajarên Şino, Pîranşehir û “Urmiye” jî hat hilkirin û givaşên hêzên rejîm bo pêşîgirtin li birêvebirina rê û resmê, berdewam bû.
Li gundekî devera Şino yê Alaya Kurdistanê hat bilidkirin
Bi boneya hatina sala nû a Kurdî, li gundê “Sergîz” a devera Şino yê alaya Kurdistanê hat bilindkirin û ev gunde cejna newrozê ji yektir pîroz kir.
Her di vê pêywendiyê de li bajarê Pîranşehrê jî zext û givaşên hêzên rejîm nakarî pêşiya birêvebirina cejna newrozê bigirin.
Serbarî givaşên hêzên rejîma Îslamiya Îranê bo pêşîgirtin li birêvebirina cejna newrozê, roja çarşemî 20’ê Adara 2013’an, nizîkî 5 hezar kes li xelkê Pîranşehrê berbi bilindahiya Peyam Nûrê rêkevtin û sebarî sarbûna rewşa seqa yê, bi hilkirina agir ev boneya neteweyî bilind ragirtin.

Pişderî tarîbûna hewa, hatina nav bajarê Pêranşehirê û bi geryan li nav vî bajarî de û guvend û dîlana hevwelatiyan newroza xwe xweştir kirin û erkê netewayetiya xwe berbilavtir kirin.
Guvend û dîlana hevwelatiyên Pîranşehrê heya direngiya şevê dirêje hebû.
Li gundê “Zêve”a ser bi Urmiyê bi awayeke berbilav cejna Nwerozê birêve çû
Hêzên rejîm bi girtina fîlm li vê rê û resmê hewl didan xelkê bitirsînin, heya merasimê bicih bihêlin, lê hevwelatiyan gohên xwe nedanê û li dirêjahiya rê û resma xwe de berdewam bûn.