Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rapora roja yekem ya karê kongireya 8’an ya Yekîtiya Ciwanên Demokrat

20:36 - 22 Tîrmeh (Temûz) 2015

Kurdistan Media: Roja yekem a kongireya 8’mîn ya Yekîtiya Ciwanên Demokrat ên Kurdistana Îranê, piştî wergirtina rewatiyê bi koma dengên endamên kongireyê, bi fermî dest bi karên xwe kir.

Li gor rapora malpera Kurdistan Media, piştînîvroya roja sêşemî, 21’ê Tîrmeha 2015’an, Kongireya 8’mîn ya Yekîtiya Ciwanên Demokrat yên Kurdistana Îranê di yekem roja karê xwe de, piştî deqîqeyek bêdengî ji bo rêzgirtin ji riha pak a hemû şehîdên rêya azadiya Kurdistanê bi fermî destpê kir.

Yekem civîna kongireyê ji bo xwendina rapora lijneya hilbijartinên konferansan hatibû terxankirin ku ji aliyê “Ferzad Weysî Moradî” ve hate pêşkêşkirin.

Piştre rewatî û meşrûiyeta kongireyê ji aliyê Komîteya Amedekar ya Kongireyê ve kete ber dengdanê û bi piraniya dengên endamên Kongireyê, rewatî ji bo 8’mîn Kongireya Yekîtiya Ciwanan û encamên hilbijartinên konferansan hate wergirtin.

Dirûşma kongireyê jî “Em Îro xebatê dikin daku sibê bi azad bijîn” dengê rewatiyê jêre hate wergirtin.

Di beşa duyem de “Fuad Xakîbêygî” berpirsê Lijneya rapora siyasî – civakî, rapora pêşniyazkirî ya Komîteya Birêveberiya giştî ji bo kongira 8’an ya Yekîtiya Ciwanên Demokrat pêşkêş kir û piştî nirxandina wê, dengê erê li ser hat dayîn.

Li bergeya sêsyan de roja yekim ya karê kongirê de rapora kar û çalakiyên navbera du kongiran ji aliyê sekreterêberê yê Ciwanan ve hate xwandin û paş tîbînî ya n deng hate dan.

Di cicîna sêyem ya ya roja yekem de, rapora kar û çalakiyên navbera du kongireyan de ji aliyê sekreterê berê yê Yekîtiya Ciwanan ve hate xwendin û piştî nîqaş û nirxandinê bi koma dengan hate pesendkirin. Li civînba çarem ya roja yekem a Kongireyê de jî, bername û pirograma vê Yekîtiyê kete ber bas û nîqaş û analîzan û jib o roja duyem hate paşxistin.