Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raporek li ser birêve birina çalakiyên bi boneya 22’ê Pûşperê li Kurdistanê + Wêne

14:18 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2013

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Partiya demokrat a Kurdistana Îranê bîr anîna Dr. Qasimlo û hevalên wî li serubendê salvegera şehîdkirinê de bilind nirxandin.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, li bajarên Kirmanşan, Urmiye, Serpêla zehaw, rebet û Serdeşt bi boneya 24’emîn salvegera şehîdkirina ew rêberê mezin Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî birêve çû.
Kirmanşan
Cihên ku li bajarê Kirmançanê çalakî birêve çûne: Taq wesan, nîzîk qazancî, polîsrah, karaja mezin a bajar, parka şîrîn, derdûra mixabiratê geliyê dirêj û dewtet ava bi awayekî ber belev çalakiyên teblîxî birêve çûn û CD û tirakên pêwendîdar bi roja 132ê Tîrmehê hatin bilavkirin.
Urmiye
Heval û endamên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê li geliyê Qasimlo bi nivîsîna deruşm û bilavkirina poster û tirak bîr anîna 22ê Pûşperê bilind nirxandin û peymana wefadariyê tevî Demokrat û rêbaza Dr. Qasimlo nûjen kirin.
Serpêla zehaw
Dewrubera mizgewta Camîe, şehreka Qerebalix, parka giştî a Ferhengiyan, nawkel, kela Davûd û pira Elwend ev cihên ku li bajarê Selpêlê bi wênên Dr. Qasimlo razandibûn.


Rebet

Kolana Dr. Qasimlo, derdûra mizgevta wezin, rêya pira birlisîwê bo nav bajarê Rebetê, rêya Rebet bo bin we,şla hacî mîne çendîn cuhên din çalakiyên teblîxî birêve çûn.

Serdeşt
Li nav bajarê Serdeştê rêz li rêbaza Dr. Qasimlo hat girtin û wênên şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî bi awayekî ber delav, hat bilavkrin.