Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raporek li ser rewşa xirabiya rêyên bajarê Şino û Makoyê li parêzgeha Urmiyê

17:21 - 22 Hezîran 2013

Kurdistanmedia: Xirabiya rê û banên Kurdistanê çendîn sale heye û ev rewşa nebaş bûye sebeba evê ku salane çendîn hevwelatî di wan rêyane de dibin qurbanî.


Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, bajarê Şino û pişkek li gundên ku rêya pêwendî di navbera bajarên Pîranşehr – Şino – Nexedê ne, heyamê çendîn salane li gel arîşeyên rê û banan berbirû ne û ev cihên ku hatine îsfalt kirin bi qasek nasitandardin ku piştî heyamekê îsfalta vî rabûye.
Niha gundên “Sergiz, Dêşems û Balagîr” rêyên vî gelek xirabin û salane çendîn welatî di van cihane d dibine qurbanî.
Akinciyên wan gundane bi berdewamî narizayetiya xwe bo vî rewşê derdibirin lê heya niha tu aliyan bersiva wan nedaye.

Gundên Blagîr, Koneqela û Dêşems rêyên wan nehatine îsfatkirin û werzêrên wan deverane bi berdewamî narazîne ku tep û toze wan rêyane xisaretê digehîne berhema wan.
Bajarê Mako li parêzgeha Urmiyê ji moşkila rêyan bêpar nebûne û heyamê pitir ji 20 salane ji aliyê Belediyên vî bajarî soza vê hatiye dan ku rê û kolanan baştir bikin lê heya niha nehatiye cîbicîkirin.

Hebûna tirafîka zaf û hat û çûna tirobêlên mezin ji kolanên eslî yê vî bajarî wusa kiriye ku xelk ji erêna berpirsan vêzar bûne.
Hemwelatiyeke bajarê Makoyê li ser vî bawerê ye, dirêjkirina kolanên bajarê bûye astengiyekî çareser nekirî û karbidestan tu pirugiramek bo vê qeyranê ninin.
Hevwelatiyê han eva jî anî ser ziman, li heyamekî gelek kurt de du car budce ji aliyê karbidestn ve hatiye wergirtin, ku mesrefê wan rê û kolanane nakin.

5202.jpg