Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raport/ kêmbûna nan li parêzgeha Urmiyê/ rejîma Îranê 100 hezar ton ard bo Sûriyê rêkir

14:57 - 31 Gulan 2013

Kurdistanmedia: Qeyrana kêmbûna nan parêzgeha “Urmiyê” jî girt û eva di demekê de ye ku rejîma Îslamiya Îranê 100 hezar ton ard bi mebesta dabînkirina nanê çekdarên Beşar Esed bo Sûriyê rêkirin.

Li gor rapora malpera Kurdistanmedia, qeyrana nebûna nan û ard piştî parêzgeha Kurdistan, Xuzistan û Erdebîlê, parêzgeha Urmiyê jî girt û hevwelatiyên vî parêzgehê li gel arîşeya micid ya kêmiya nan rûderû bûn.

Çend rojeke hemwelatî bo bi dest anîna çend nanekê evjî eger kareke wisa tûnebin, dibe bo çend demijmêran ji berê derkê nanivaxanê rawestin û gelek caran jî ew çend nane nagehîje van.

Di vê demê de ku sehmiya ardê nanivaxana ji aliyê şevraya ard û nan bajaran ve kêm bûye, welatî şahidê daxistina çendîn nanivaxanan li bajarên Kamyaran, Şino û Xoyê bûn.

Ev nebûna nan û ard li gor cihên din, pitir li bajarên Kurdistana Rojhelatê ev qeyrane heye û ev astengiye domdike û roj bi roj zêdetir dibe.

Di bajarê Sine ev astengiye dom dike û narizayetiya xelkê di vî bajarî çêbiye, li bajarê Sine sehmiya rojana ardê nanivaxana li 10 kîsan bo 6 kîsan kêm kirine û nanivaxane bi mecbûrî heya demijmêr 10 sibîzû dişixolin.

Kêmiya ard li parêzgeha Kurdistanê di demekê de ye ku nûçegehaniya Roêtêrz bilav kir, rejîma Îslamiya Îranê bi heceta dabînkirina nanê çekdarên rejîma Sûriyê 100 hezar ton Ard bo vî welatî rêkiriye.

Serokwezîrê Suriyê “Waîl Elheqî” ew nûçeye pişt rast kir.

Hevwelatiyên Pîranşehrê çend rojeke bi mecbûrî bo kirîna nanê azad bo çend demijmêran li sefa nan de dirawestin û bi gotina welatiyên wî bajarî nanê azad jî kirine sehmiye bendî.

Sehmiya ardê nanivayên bajarê Pîranşehrê kêm kirine û bandura xwe li ser nanê hevwelatiyan daniye.

Çavkaniyekê eşkere kir, bi hukma evê ku sehmiya nan kêm kirine, ew jî naçarin heya demijmêr 10’ê sibêdê kar bikin.

Her divê pêywendiyê de bajarê Sine, Şino, Merîwan, Dêgulan jî li gel qeyrana ard û kêmiya nan berbirû bûne.

Li van çend salên derbasbûyî de rejîma Îslamiya Îranê bi kêfa xwe (Xudkifayî) tebîqata “Genim” ê xwe dikir û wisa bîr dikir ku hevceyî gelim û ard bi welatên din nabe.

Piştî ev hemû pirupagendane a niha welatiyên Kurdistanê li gel qeyrana nan û ard berbirû bûne û nawendên pêwendîdar bo evê ku vî kêşeyê çarese bikin sehmiya nanivaxana kêm kirine.

Her divê pêywendiyê de bajarên Erak, Şahrûd, Germî û Beharistan li Îranê li kêmbûna ard bêpar ninin.