Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Raporterên bêsînor, gazîkirina rojnamevanan ji aliyê rejîma Îranê ve şermezar kirin

11:46 - 23 Şibat 2020

Raporterên bêsînor, gazîkirina rojnamevanan ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve, şermezar kirin û kiryarkî “xweser û neyasayî” binav kirin.

Roja Şemî, 3`ê Reşemê, raporterên bêsînor, hewildana Hifazeta Îtila`ata Spaha Pasdaran a terorîst li hember gazîkirina rojnamevanan û gef xwarîn ji wan, bi sedema çalakî di torên civakî de, şermezar kirin.

Saziya Raporterên bê sînor, wekî navendeke berevanîkirin ji mafê rojnamevanan, di peyameke Twitter ê de, gazîkirina rojnamevanan ji aliyê Îtila`ata rejîma Îranê ve, kiryarkî “xweser û neyasayî” binav kir û pêşî girtin ji belavbûna zaniyariyan li torên civakî ji aliyê rojnamewanan ve, ji rêya gazîkirin û lêpirsîn ve şermezar kirin.

Di wê peyama Twitter ê de, îşare bi çend rojnamevanan wekî “Mihemed Musa`id, Maziyar Xusrewî, Yasemen Xalqiyan, Mewlûd Hacîzade û Şewnen Nîzamî û çend rojnamevanên din”, hatiye kirin ku li destpêka meha Befranbarê heya niha, ji aliyê Spaha Pasdaran a terorîst ve hatine îşkencekirin.