Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rê û resma salveger karesata Helebcê li Ciwanro hat lidarxistin

13:19 - 15 Adar 2014

Kurdistanmedia: Bi hiceta 26\'emîn salvegera karesata kîmyayîbarana bajarê Helebcê bi destê rejîma Be\'isa hilweşiyayî, rê û resmek li bajarê Ciwanro a ser bi parêzgeha Kirmanşanê, birêve çû.
Li gor nûçeya malpera Kurdistanmedia, rê û resma salvegera karesata kîmyayîbarana Helebcê roja Pênçşemî 13\'ê Adar a 2014\'an, bi pişikdariya kesayetiyên çandî û wêjeyî ên bajarê Ciwanro, Pawe, Selasa Bawecanî û Riwanserê li hola ferhengî û hunerî a bajarê Ciwanroê ji aliyê navenda çandî – wêjeyên Xanayî Qubadî û Mewlewî ve birêve çû.

Di vê rê û resmê de helbestvan û nivîskarên beşdar bi pêşkeşkirina berhemên xwe komkujiya kîmyabarana Helebcê, Nudşê û Serdeştê şirove kirin û bîr û bîreweriya şehîdên wê komkujiyê bilind nirxandin û jînosayta gelê Kurd ji aliyê welatan ve protestokirin.

Nivîskar û helbestvanên pişikdarên rê û resma salroja karesata Helebcê li bajarê Ciwanro, li wê bawerê de bûn: Çarenivîsa welatên zal bi ser Kurdistanê de ku dêstê wan li jînosayîta netewên Kurd hebûye, cuda ji çaranivîsa dîktatorê Îraqê nabe û herwiha fîdakariya xurtên gelê Kurd ji parastina gelê xwe bilind nirxandin.

Di vê rê û resmê de bi hunermendiya girupa mûzîka Pawe û Ciwanro bi xweîndina û gotina sirûda Kurdî bi dengê Nasêh Ehmedî dawî pê hat.