Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêberê Partiya Demokratên Swêdê gotiye divê melayan ji Swêdê derxînin

12:50 - 23 Nîsan 2022

Rêberê Partiya Demokratên Swêdê, “Cîmî Okêsson” (Jimmie Åkesson) gotiye ku divê deriyê mizgevtan dabixin û melayan ji welatê Swdê derxînin.

Piştî şewitandina “Quranan” li welatê Swêdê û destpêkirina tundûtîjiyan li navbera Polîsên Swêdê û Misilmanên nerazî, Rêberê Partiya Demokratên Swêdê “Cîmî Okêsson”, gotiye: “Divê deriyê mizgevtan û xwendingehên Misilmanan dabixin û melayan ji welatê Swêdê derbixin.”

Herwisa “Cîmî Okêsson” bi pêşkêşkirina reşnivîsek 30 maddeyî, daxwaza pesendkirina yasayên taybet bo rawestan li dijî diyardeyên dijecivakî kiriye ku ji aliyê koçberên Misilman ve bi rê ve diçe.

Herwisa Rêberê Partiya Demokratên Swêdê, du heftiyan berî niha li pêncemin salvegera êrîşa kesekî Ozbek li bajarê “Stockholm” ê ku 4 kes kuştibûn gotibû: “Divê koçberên neyasayî di kempan de û dûr ji civakê bêne ragirtin an bi giştî bêne derxistin”.

Li xwenîşandanên Misilaman nê bo şermezarkirina şewitandina “Quran”a pîroz li welatê Swêdê, 31 kes ku 21 kes ji wan Polîs in, hatine birîndarkirin û hejmarek zêde ji maşînan jî hatine şewitandin.