Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Redkirina vaksenên erêkirî yên cîhanî ji aliyê rejîma Îranê, kuştina bi zanebûn e

12:19 - 19 Kanûna Paşîn 2021

Çendîn encûmen û navendên sendîkayî di daxuyaniyên cuda de ragihandine ku xemsarî li kirîna vaksena Koronayê, kuştina bi zanebûn e.

Roja Duşemî 18ê kanûna Paşîn, 8 encûmen û navendên sendîkayî yên Îranê di daxuyaniyên cuda de ragihandine: “Xemsarî li kîrina vaksenên erêkirî yên Saziya Tendirustiya Cîhanî ji aliyê rejîma Îranê ve wekî kuştina bi zanebûn bi nav kirin û herwisa hejmareke zêde li çalakvanên medenî û kadrên pizîşkî jî, bona berhemanîn û kirîna vaksena erêkirî, tekezî kirine.

“Sendîkaya Mamostayên Merîwan, Navenda Sendîkayên Ferhengiyan a Gîlanê, Yekîtiya Malnişînkiriyan, Yekîtiya Azad a Kedkarên Îranê, Navenda Sendîkayên Ferhengiyan a Qezvînê, Encûmena Sendîkayên Malnişînkiriyên Îranê û Sendîkayên Kedkarî yên kompaniya Otobûsranî ya Tehranê”, di daxuyaniyên cuda de, nekirîn û xemsariya berpirsên rejîma Îranê wekî kuştina bi zanebûn dane zanîn.

Herwisa di wan daxuyaniyan de îşare hatiye kirin ku nekirîna vaksena Korona ji aliyê Îranê ve, hewl bo kuştina bi zanebûn e û her paşhateke nekirîna vaksînê, li stuyê berpirsên rejîmê ye.

Herwisa çalakvanên siyasî û medenî û kadrên pizîşkî pêka zaniyariyên zanistî û karnasane dane xuya, ku dibe bi lezgînî vaksena Koronayê di kêmtirîn demê de bo xelkê Îranê bê dabîn kirin û herwisa rangihandine ku dabînnekirina vaksena Koronayê dikare nerîzayetiyeke berfireh a xelkê biafirîne.

Saziya Lêbihorîna Navnetwî çend roj berî niha dabû zanîn ku qedexekirina kirîna vaksena Koronayê ji aliyê “Elî Xamineyî” ve, guhnedaneke bêşermane bi mafên mirov e.