Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya berhem anîna tirombêl li Îranê li seda 50 hatiye xwarê

22:22 - 15 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Seba ambargoyên abûriyên civaka Cîhanê bo ser Îranê, berhem anîna tirombêl li Îranê ji rêjeya %50 hatiye xwarê.


Li gor amarên ku li malpera Îsna hatine bilav kirin, berhem anîna tirombêl di 4 mehên destpêka sala 1392’an a Rojî de bi berawurd tevî 4 heyvên destpêka sala derbas bûyî ji 339 hezar û 835 dezgeh û 182 hezar û 353 dezgeh deberîwe û eva jî dike li seda 50 hatiye xwarê.
Hatina xwarê a rêja berhem anîna tirombêl li Îranê di demekê de ye ku li gor vê amarê ku di 1’ê Tebaxa 2013’an, ji aliyê îdareya gumrka Îranê ve hatiye bilav kirin, hawirda tirombêl bi rêjeya %92 dabezîwe.
Cozerdana sala 1391’an a Rojî li dirêjiya dorpêçan de, Amrîka firotin û rêkirina har cire alaveyek tirombêla sazî bo Îranê qedexe kiriye.