Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya razandina kesên tûşbûyî bi vîrûsa Koronayê li beşên “ICU” di Îranê de gelek zêde ne

11:34 - 2 Adar 2022

Pêka amarên belavbûyî li roja Sêşemî 10ê Reşemê, 226 kesan bi sedema tûşbûn bi vîrûsa koronayê canê xwe ji dest dane û ew di halekê de ye ku berpirsên rejîmê îdia dikin rêjeya tûşbûn bi wê vîrûsê kêm bûye.

Wezareta Tendirustiya rejîma Îranê li roja Sêşemî 10ê Reşemeyê belav kiriye ku di 24 demjimêrên derbasbûyî de 226 kesan bi sedema Koronayê canê xwe ji dest dane û 4 hezar û 27 tûşbûyî bi vîrûsa Koronayê di beşên “ICU” de mane û 9 hezar û 312 tûşbûyên nû hene ku 701 kes ji wan hatine razandin.

Di halekê de ku rejîma Îranê îdia dike rêjeya tûşbûn bi wê vîrûsa Koronayê kêm bûye, lê hejmara kesên razandî di beşên ICU û herwisa rêjeya canjidestdanê gelek zêde ye û rejîma Îranê bi amarên çewt dixwaze neşiyan xwe û tawanbariya xwe li kontrolnekirina wê vîrûsê perdepoş bike.

Bi sedema nebûna derman û vaksenên bi wec, heyama mana tûşbûyên Koronayê li nexweşxaneyan û bi taybet canjidestdan li beşên “ICU” yê, gelek zêde ye.