Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rêjeya ziyana bûyerên hat û çûnê li parêzgeha Kurdistanê %22 zêde kiriye

19:51 - 7 Çirriya pêşîn 2013

Kurdistanmedia: Di 6 heyvên yekema sala 1392’an a Rojî berawurd li gel 6 mehên yekema sala derbas bûyî de, rêjeya bûyerên hat û çûnê li Kurdistanê %22 zêde kiriye.


Berpirsên îdareya hat û çûn û veguhestina parêzgeha Kurdistanê serbarî ajaje bi zêdebûna rêja %22 ziyana bûyerên hat û çûnê li vê parêzgehê de bi nûçegihaniya “Mêhir” ragihand: Rêjeya ziyanan û rêjeya bûyera hat û çûnê di Îranê de mewdayekî zaf li gel amara Cîhanê heye.
Li gor davîn amara rêxistina tendurustiya Cîhanê, Îran di navbera 175 welatên Cîhanê de pileya 171 li varê rêjeya Kuştin û ziyanên bûyera hat û çûnê heye.
Berpirsê han du welatên Îran û Alman li varî rêjeya bûyerên hat û çûnê berawurd kir û got: Li gor davîn amaran di Îranê de 20 milyîon tirombêl pilakdar heye, lê welatên weke Alman ku li varê berfirehiyê ve li Îranê gelek kêmtir e, 80 milyon tirombêl pilakdar heye ku li varê rêjeya bûyera hat û çûnê mewdayekî zaf li gel Îranê heye.
Rêjeya bûyera hat û çûn di Îranê de piştî sala 1388’a Rojî, (+55) bûye, lê li Almanê ew rêjeye (-18) bûye.