
Rejîma Îranê axûndên ku tûşbûyên vîrûsa Koronayê ne, bi awayekî sîstematîk vediguhaze bajarê Kurdistanê.
Rejîma Îranê, axûndên tûşbûyê vîrûsa Koronayê qerentîne nake û wan axûndan bo bajarên Rojhilatê Kurdistanê vediguaze, û heya niha çendîn axûndên tûşbûyên vîrûsa Koronayê bo bajarê Mihabadê veguhastine ku xelkê wî bajarî tûşê vîrûsa Koronayê bike û eve jî bûye sedema nerizayetiya xelkê wî bajarî.
Welatiyên bajrê Mihabadê dane zanîn ku: “Rejîmê hejmareke zêde ji axûndên tûşbûyên vîrûsda Koronayê bo “Xanê Sazmanê Padigan û xanê Mû`elman”, di bajarê Mihabadê de cihgir kiriye û herwisa dane zanîn ku, xîzana yek ji wan axûndan jî ku tûşbûyê vîrûsa Koronayê bûye veguhastine nexweşxanê û her bi vê sedemê jî perestarên nexweşxanê dest avêtine bi girevgirtin û Spaha Pasdaran a terorîst jî hatiye û nehêlaye ku man bigrin.
Pêka çavkaniyeke agehdar di bajarê Şinoyê de jî daye zanîn ku: “Spaha Pasdaran a terorîst, hejmarek zêde kadir û besîcên tûşbûyên vîrûsa Koronayê li bajarê Qumê veguhastine bo bajarê Şinoyê ku xelkê wî bajarî tûşê vîrûsa Koronayê bikin”.
Ji aliyek din ve jî ku li bajarê Urmiyê hatûçû bo bajrê Qum û Gîlanê hatiye sekînandin, lê rejîma Îranê pêşî ji geştyar û rêwiyên wan bajaran nagire û eve jî bûye cihê nerizayetiya xelkê bajarê Urmiyê, û herwisa tirsek xistîye di nav dilê welatiyên bajarê Urmiyê de.
Rejîma Îranê jibo vê ku welatiyên Kurdistanê jî tûşê wê vîrûsê bike mifahê ji hemû rêyekê verdigre û ji rêyên cuda ve dixwaze xelkê deverên Kurdistanê jî tûşê wê vîrûsê bike.