Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm bi pêşniyarên nebicî sivikatiyê bi hevwelatiyan dike

18:08 - 17 Adar 2019

Kurdistanmedia: Rejîm bi pêşniyarên nebicî, û bi kêrêdana fistiqan  bo sersala nû, sivikatiyê bi hevwelatiyan dike.

Bi sedema bilindbûna nirxan, xelk nikare hewcehiyên newrozê bikirin, û bicihê ku rejîma Îranê fikrekê bi hale xelkê bike, berdewam û bi awayên coda sivikatiyê bi hevwelatiyan dike, û bi kirêdana hewcehiyên sifka newrozê, ku ji wan re dibêjin, bo ser sifikên xwe wêneyên fistqan bigirin, û bila sifik we bê hewcehî nemîne, û bi vî awayî sivikatiyî, bi xelkê dike.

Hersiwa kîloyek fistiq 120 hezar Tumenî di nav bazarên Îranê de tê firotin, û xelkên hejar û desteng ku nikarin bo sersala nû hewcehiyên wiha dabîn bikin, rejîma Îslamî jî,mifahên nebicî ji van verdigire.   

Her di vê derheqê de, di heyama çend rojên borî ku, di torên civakî de belavbibû, bi sedema bilindbûna nirxa şîrînî û tiştên din, ku xelk nikare bikire, daxwaz hatiye kirin da ku, xwe ji kirîna tiştên wisa biparêzin, û bazarên navxweyî dorpêç bikin.

Herwisa ev daxwazkariya di torên civakî de rol li xelkê hatiye belavkirin, ku digel pêşwaziyeke bê mînak a xelkê rûbirû bûye, û berpirsên rejîmê jî, îtiraf bi vê yekê kirine ku, xelkê bazarên navxweyî dorpêç kirine, û tu tiştî bo newrozê nakirin, ev jî encama 40 sal deshilatdariya rejîma Îranê ye ku, tenê bê rêzî kirin li xelkên welat bûye.