Di wan çend rojên derbasbûyî de, dehan kolberên Kurd ji aliyê hêzên mirovkuj yên rejîmê ve hatine kuştin û birîndarkirin.
Niha ne tenê li ser sinoran, belkî hêzên rejîmê li her derê bi awayekî hovane kevtine nêçîra Kolberên rojreş û di kuştina wan de dest naparêzin.
vidiyoyek li ser torên civakî belav bûye û dest bi dest digere ku asta cinayet û bêrehmiya hêzên rejîmê li dijî kolberên Kurd dide xuyakirin.
Di vê vidiyoyê de xuya dibe ku hêzên Spaha Pastaran a terorîst çavan di nava xelkê û di nava Jin û zarokan de, çend lawekî Kurd didne ber gullan û dest ji cinayeta xwe naparêzin.
Ev dere Gêrdûka Jalane ya herêma Hewramanê ye, di demekê de sedan malbat bi Jin û zarokan ve derkevtine seyahet û seyranê, hêzên terorîst yên Spahê bi teqa rasterast kevtine bi dû çend kolberekî Kurd û di nava xelkê de jî her gullan berdidne ser xelkê û kolberan.
Di çi cihekî dunyayê de bi wî awayî nine ku eva rejîma Îranê li dijî Kurdan dike, bo wê rejîmê re ser sinor, padigan, çiya, deşt, nava bajaran û heta di nava park û cihê seyrana xelkê de jî, wekî meydana şer tête xuyakirin.