Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm dixwaze bi fêl û lêban xelkê bikêşe ser sindoqên dengdanê

12:39 - 16 Hezîran 2021

Berbijêrên Şêwreya bajarê Nexedê bi kamêravanan ve serdana dukandaran dikin û daxwazê ji wan dukandaran dikin ku dengê bidine wan.

Yek ji berbijêrên Şêwreya bajarê Nexedê yê bi navê “Y. S. Fetahî”, bi tîmeke kamêravanî ve serdana çendîn dukanan kiriye û bi dana qewl û sozên direw daxwaz ji wan kiriye dengê bidine wî.

Bi giştî li Kurdistanê kes ti nirxekî bi şanoya hilbijartrina rejîmê nade û ev baykot kirine.

Ji aliyek din ve li bajarê Tehranê, moreyên ser bi rejîmê hewil didin ku Kurdên akinciyê Tehranê bikişînine ser sindoqên dengdanê.

Li bajarê Tehranê, kesek bi navê “Ebdullah Behramî” ku Kurdek xwefiroş ê banda “Qesîm Osmanî”yê terorîst û xelkê bajarê Bokanê û berbijirê Şêwreya bajarê Tehranê ye, dixwaze Kurdên akinciyê bajarê Tehranê bixelitîne ku li şanoya hilbijartina rejîmê de beşdariyê bikin.

Ev fêl û lêbên karbidestên rejîmê di halekê de ye ku tev Kurdên akinciyên bajarên Farsnişîn û yên din bi giştî agehdarê lêbên mohreyên rejîmê bûne û ev kesane destê wan bi serkut û kuştina xortên Kurd de sor bûye û xelk jî bi başî agehdarê wan kesên xwefiroş e.