Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm kirêgirtiyên xwe ji bo sîxorîkirinê dişîne Kêleşînê

19:39 - 20 Hezîran 2018

Kurdistanmedia: Saziya terorîstî a  Spaha Pasdaran ya rejîma Îranê, ji bo sîxorîkirina li ser “Hêza Pêşmergê Kurdistanê”, kirêgirtiyên xwe ber bi deverên daristanî yên Kurdistanê dişîne.

Li gorî nûçeya gihaye malpera “Kurdistanmedia”yê, îstixbarata Spaha Pasdaran a terorîst ya rejîma Îranê, di bajarê Şinoyê de rê nade pezdarên ku berê jî pêşmerge bûne,da ku pezên xwe bibin nava daristanên Kurdistanê.

Hevdem îstixbarata Spaha Pasdaran a terorîst ya rejîmê di vî bajarî de, ji bo  sîxorîkirin û raportdan li ser “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” sê kesên ku pez xwedî dikin yên bi navên  “Hacî Heyder”, “Qudret” û “Wehab” ku xelkê bajarê Nexedê ne, û Azerîziman in jî, û herwiha girêdayî Spaha Pasdaran in, îzin  bi van hatiye dan da ku  pezên xwe ji bo çiyayê “Siyakêw” bibin.

Di çend rojan berî niha de, hêzên Spaha Pasdaran a rejîma Îranê, di devera  “Deştebêl”  a girêdayî bajarê  Şinoyê de,  bi sebeba gumana hebûna  “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” belav kiribûn, lê piştî bê encambûn û peydanekirina tu tiştî, bi serşorî ve ji bo cihên xwe vegeriyane.

Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê, piştrast jî kiriye ku piştî vê ku “Hêza Pêşmergê Kurdistanê” di şerê “Siyakêw” de derbeyeke giran li hêzên rejîma Îranê xistibûn, û çendîn kes birîndar kirin û kuştin, rejîm bi rengekî tund hemû karûbarên rojane yê xelkê vê deverê çavdêrî dike.