Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm li çareser kirina pirsgirêka zibil û paşmaweyên bajarê Miyandavê xwe serve dibe

18:20 - 5 Gulan 2021

Heyamke zêdeye ku bajarvaniya “Miyandavê” zibil û paşmayiyên wî bajarî dihavêje nava zewî û erdên xelkê devera “Şamat” a ser bi wî bajarî.

Heta niha çendîn caran xelk û çalakvanên jîngehê li derheq avêtina zibil û paşmayiyên bajarê Miyandavê li devera Şamatê, nerizayetiya xwe nîşan dane, lê heta niha ti bersivek vernegirtine.

Avêtina zibil û paşmayiyan bi awayekî zanistî hewcehî bi cihekê diyarî kirî heye ku di demek dirêj de xisarê negehîne jîngeh û axê, û nebe bi gef bo ser jiyana mirovan.