Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîm sivikatiyên sîstematîk bi can goriyên daristanên bajarê Merîwanê dike

18:18 - 27 Tebax 2018

 Kurdistanmedia: Rejîma dijî gelî a  komara Îslamî bi rengekî sîstematîk û ji riya dezigeha bednav a bi navê besîc û destûpêwendiyên  xwe hewla sivikatîkirinê bi şehîdên jîngehparêz yên li bajarê Merîwanê dide.

Di heyama roja borî de, desteyek ji destûpêwendiyên rejîmê yên girêdayî dezgeha bednav a besîc di torên civakî yên wekî “twitterî û “Facebooke” û “Instgram”ê de li jêr navê rexene û gazinde û dilozîkirinê de hewla xirabkirina çalakvanên bivêr û çavnetirs yên jîngehparêzên Kurdistanê dane, û dixwazin wisa nîşan bidin ku hewla jîngehparêzên Kurdistanê ji aliyê komek ji ciwanên xweser tê encam dan ku dixwazin xwe qehreman nîşan bidin.

Ev bêrêzî û sivikatîkirina rejîmê di demekê de ye ,ku xelkê Kurdistanê gellek hişiyare ku komara Îslamî û Spaha Pasdaran a terorîst û destûpêwendiyên van bixwe salan e ku, bizanebûn û li jêr nav û siloganên bê bingeh mejûlê jinav birin û şevtandina jîngeha Kurdistan û sedema  serekî  a agirgirtina daristan û deverên Kurdan in, û tirajîdiya wekî Merîwanê desthilata navend aTehranê ye.

Her di vê pêwendiyê de, di demekê de ku, li gorî gotina akinciyên bajarê Merîwanê, daristanên bajarê Merîwanê bi sedema topbaranên Spaha Pasdarana terorîst tûşî agirgirtinê bûye, û berpirsên rejîmê di vê deverê de, yek ji van Parêzgarê wî bajarî û serokê “Heviya Sor” a rejîma Îranê, bi haşakirina rastiyan û di nîqaşkirinekê de bi rengekî sivik gotine ku sedema agirgirtina darsitanên bajarê Merîwanê germbûna hewa û hatina ba bûye.

Ev hewlên bê encam yên rejîmê ji bo ji rê derxistin û çewtekirina bîr û raya giştî, di demekê de ye ku dixwazin bi vî rengî lênehatîbûna demûdezgehên serkutkar yên xwe û berpirsiyarnebûna xwe li hemberî bûyerên wiha de veşêrin ku bûye sedema talkirina jiyan û derbaziya xelkê deverê.