
Kurdistanmedia: Rejîma Îslamî a Îranê, amarên kuştiyên lehiyê û herwisa zirarên malî yên bi sedema rabûna lehiyê ku çê bûne haşayê jê dike û rastiyên vê bûyerê eşkere nake.
Li gorî amarên ku rejîma Îslamî a Îranê belavkirine, 70 kesan bi sedema rabûna lehiyê canê xwe jidest dane, ku digel amarên çend rojên berê ku, belavbibûn cudahî hene.
Saziya Hawarhatinê ya rejîmê ragihandbû ku dawîn amar nîşana vê yekê ne ku 57 kesî bi sedema rabûna lehiyê canê xwe jidest daye û 47 kesên din jî birîndar bûne.
“Ehmed Şoca`î” berpirsê Saziya Pîzişkî Yasayî a rejîmê di dawîn amarên xwe de bas ji vê dike ku, li 13 parêzgehên Îranê li serhev 70 kesî jiyana xwe jidest daye.
Wî karbidestê rejîma Îranê bas ji amarên kesên birîndar yên di vê bûyera xwezayî de nekiriye.
Hevdem karbidestên rejîma Îslamî a Îranê, binke û îdareyên rejîmê bas ji zirarên malî yên vê lehiyê nekirine.
Rabûna lehiyê li bajarên Kurdistan û Îranê, vêraniyeke zêde li pey xwe aniye û rejîma Îranê jjî rastiyan vê bûyera xwezy eşkere nake, û bi sebeba rabûna lehiyê çendîn gund ketin bin avê, û tu aliyeke rejîmê bas ji vê karesatê nekiriye.