Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Esed çeka kîmayayî bikar anîn/650 kes kuştî û 3600 kes jî birîndar

21:27 - 21 Tebax 2013

Kurdistanmedia: Konseya giştî a şoreşa Sûriyê ragihandin, hêzên rêjîma Beşar Esed îro 21’ê Tebaxa 2013’an bo bombeyan êrişî 6 herêmên ser bi Xota Şerqiyê kiriye û di encamê de 650 kes hatine kuştin û nêzîkî 3600 kes jî birîndar bûne.


Li gor agahiyên ajansan li rojhilata herêma Xota hêzên rêjîma Sûriyê li 6 cihan êrişên asmanî û topbaran pêk aniye. Her weha hatiye ragihandin ku çekên kîmyayî jî di wan êrişan hatiye encam dan û di encama wan êrişan de di nav de zarok û jin û pîr jî hene 650 kes hatine kuştinê.
Çalakvanên opozisyona Sûriyê jî ragihandine ku di encama êrişên dijwar ên hêzên rêjîma Esed zêdetir li 3600 kes jî birîndar bûne û ew birîndar bo nexweşxaneya Sehra hatine rakirin.
Hêzên rêjîmê devera (Melîha, Cober, Mudamiyet El Şam , Dariya, Zemlka û Eyn Tirma) bombe û top baran kiriye.
Ji aliyekî din ve jî li gor nûçeya ajansa Reutersê jî hejmara kuştiyan 213 kesin, kanala Erebiyê jî belavkir ku zêdetir li 500 kesan hatiye kuştin.
Ji aliyê xwe ve Rûsya El Yewm lizarê peyamnêrê xwe bilav kiriye ku hêzên rêjîma Esed li herêma Xota Şerqiyê li 6 herêman operasyênên leşkerî destpê kiriye û li zarê wan jêderan ragihandiye ku çekên kîmyayî nehatiye bikaranîn.