Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê asta tûşbûyên vîrûsa Korona di Rojhilatê Kurdistanê de vedişêre

13:13 - 26 Adar 2020

Vîrûsa Korona bi awayekî berfireh di Îran û Kurdistanê de belav bûye û roj bi roj xelk zîdetir tûşê wê vîrûsê dibin, lê rejîma Îranê hewl dide ku hejmara qurbaniyan û qasa tûşbûn bi wê vîrûsê veşêre.

Pêka hindek ji zaniyariyên ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, di bajarê Merîwanê de, hejmara tûşbûn bi wê vîrûsê zêde bûye, lê berpirsên navendên tenduristiyê û nexweşxaneyan û îdareya Îtila`ata Merîwanê, bi hevkariya yektir rastiyan vedişêrin.

Herwisa li encama ceribandina Koronayê di bajarê Merîwanê de, hinek ji welatî ku cihê şika tûşbûn bi vîrûsa Koronayê hebûne daxwaz kirine ku wan qerentîne bikin, lê ji aliyê nexweşxanê ve, ti çareseriyek bo wan nakin û ew bo malên wan şandine.

Ew kiryara karbidestên rejîma Îranê nerazîtiya pizîşkan û nigeraniya xelkê wî bajarî bi dû xwe ve aniye.

Ji aliyekî din ve, rejîma Îranê di bajarên Kurdistanê de, bona pêşîgirtin ji belavbûna vîrûsa Koronayê ti pêngaveke micid hilnegirtiye û xelkê bi awayê xwebexiş, bi amrazên xwe û xercê xwe, hewlê didin ku pêşî ji belavbûna vîrûsa Koronayê bigirin.