Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê benzîn û nefta reş bi rêya neftkêşan re bo Sûriyê vediguheze

12:50 - 24 Çirriya pêşîn 2020

Rejîma Îranê bi awayê qaçax çendîn tankerên benzîn û nefta reş bi rêya neftkêşan re bo rejîma Sûriyê şandine û kemiya herî dawî benzîn bo Sûriyê veguhastiye.

Roja Înê, 23ê Çirriya Pêşîn, Nûçegihaniya “Reuters”ê daye zanîn, ku gemiyeke neftkêş di roja Duşemî 19ê Çirriya Pêşîn de, 38 hezar ton benzîn di qiraxava “Baniyas” di Sûriyê de barê xwe vala kiriye û herwisa 3 heftî berî niha 1 milyon bermîl nefta reş ya Îranê bo Sûriyê hatiye veguhastin.

Kêmbûna benzîn di Sûriyê de, bi şandina benzîna Îranê heta qaskî tê dabînkirin ku bi sedema dorpêçên Amerîkayê, benzîn di Sûriyê de bi kêmî peyda dibe û rewşa benzîn di Sûriyê de, dê hêj dijwartir bibe.

Herwisa Nûçegihaniya “Reuters”ê daye xuya ku 2 heftî berî niha jî, 1 milyon bermîl nefta Îranê bi rêya 2 nefkêşên biçûk bo Sûriyê hatiye veguhastin.

Piştî dorpêçên aborî ya Amerîka li ser aboriya Îranê, rejîm bi qaçaxî nefta xwe bi nirxekî herî kêm bi welatên Çîn û Sûriyê re difroşe, lê hêj xuya nîne ku di hember wê ticareta neyasayî de, ti pereyek dizivire bo Îranê an na.