Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bervajiyê daxwaza xelkê dixwaze di gundan de binkeyên leşekî ava bike

17:50 - 24 Nîsan 2022

Pêka nûçeya ku gihîştiye bi malpera “Kurdistanmedia”yê, di rojên derbasbûyî de fermandeyê Spaha Pasdaran yê bajarê Bokanê digel çend caş û sîxurên gemar, çûne gundê “Sarde Kustan”. Wan daxwaz ji xelkê wî gundî kiriye ku bo avakirina binkeyek Spaha Pasdaran alîkariya wan bikin.

Wan Pasdar û caşan daxwaza erdê û alîklariyê ji xelkê kiriye û bi wan re gotine ku avakirina wê binkeya Spahê bi qazanca xelkê ye û zarokên wan dikarin di wê binkeyê de serbaziya xwe derbas bikin; Lê xelkê ev yeka qebûl nekirine û gotine ku hewcehî bi binke û navenda leşkerî di vî gundî de nînin.

Xelkê rû bi wan caş û pasdaran gotine: “Eger hûn ras dibêjin bi cihê avakirina binke û navenda leşkerî, dibistan, dermanxane, rêyan qîr bikin û ava hewce ya vexwarinê bo vî gundî dabîn bikin.

Fermandeyê Spaha Pasdaran dema ku rastî dijayetiya xelkê hat, bi zorê û bi bê îzna xelkê, li derveyî gund û li nêzî dibistana gund, zeviyek bûre ku milkê giştî yê gund e, bo avakirina binkeyê diyarî kir.

Avakirina binke û nevendên leşkerî di gundên Kurdistanê de û mifahvergirtin ji hêzên xwecihî, yek ji pîlanên rejîma Îranê bo rakêşana hêza xelkê û sixurîkirina xelk bi ser xelkê de ye.