Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi armanca xapandin û jibîr birina xelkê ji nerizayetiyan, givaşên tepeseriyê zêdetir dike

13:00 - 4 Tîrmeh (Temûz) 2022

Rejîma dijîgeliye Îranê bi armanca ewê ku belkî bikare xelkê bixapîne û nerizayetiyan ji bîra xelkê bibe, bi dana hinek biryaran bi organ û hêzên tepeserkare xwe, givaşa zêdetir dêxe ser xelkê.

Ev biryarên rejîmê ku çend roje bûne sedemê gef û givaşê bo ser xelkê, û destê hêzên tepeserkar wekirî hêlaye bo girtin û tepeserî û azara welatiyan ewin.

Divê li her derî hicaba Îslamê bête berçavgirtin û tu jin û keçek ku pora wan xuya be, yan cilên ne jêhatiyê xeyrî şehna Îslamî li berde nebin, dê bi tundî bêne cezadanê.

Geştên Irşadê û Emakinê li hemî cihên giştî de divê çavedêriyê bikin jibilî hicaba jinan, şêwaza cilûberg û por û îstayla mêran jî kontirol dikin û jê dipirsin.

Hemî ev kaftirya û qawexaneyên ku keç û kur tê de Qelyanê dikêşin, divê bêne dayêxistin.

Qedexe kirina pustêrên Teblîxata bazirganî bo her tiştekê nabe wêneya Jinên bê hicab li ser be.

Wêneya li ser Pirofayla her kesî li ser torên ciwakî, divê bi hicab be û hekî ne cezaya tund bi dudeye.

Layvên li ser torên ciwakî û bitaybet Înstgramê hekî dûr bin ji urfê Îslamî, cezayê tund bi dû deye.

Bi wî awayî rejîm hem dixwaze bi wan givaşan hem xelkê çavtirsandî bike, hem nerizayetî û daxwaza mafên serekî ji bîra xelkê bibe.