Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi gefan dixwaze karmendên îdarî bo pêşwazîkirin ji Reîsî bibe

13:00 - 8 Tîrmeh (Temûz) 2022

Li bajarê Sine Wezîrê Perwerde û Hînkariyê hewl dide bi gefxwarin û tirsandina mamosteyên xwendingehan û karmendên îdaryên din, bi zorê wan bo pêşwazîkirin ji Îbrahîm Reîsî serkomar rejîmê bibin.

Rejîma Îranê bo serdana Îbrahîm Reîsî bo bajarê Sine yê, ji karmend û mamsoteyên xwendingehan re ragihandine, divê hemû karmend û mamosteyên wî bajarî bo pêşwazîkirin li serkomar werin.

Rejîmê li rêya torên civakî yên weke WhatsAp û Telegramê, ji tev mamoste û karmendên bajarê Sine gefxwarine ku, eger beşdarî merasima pêşwazîkirin li serkomar nebin, dê rastî lêpirsînê bibin.

Her di vê derheqê de berpirsên Perwerde û Hînkarî yên rejîmê yên li bajarê Sine ragihandine, ji sedî 20 heta 30 mamosteyên bajêr peywendî girtine û ragihandine ku, ew di merasima pêşwazîkirin li Îbrahîm Reîsî de beşdarî nakin.

Her bi vê sedemê jî, berpisên perwerde û hînkarî yên rejîmê yên li parêzgeha Sine, qehrîne û bi şandina peyaman bo mamoste û karmendên îdareyan, gefa lêpirsînê ji wan xwarine.