Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi lêdana tûnelan dixwaze ava çemên sînorî bo cihên din vebiguhaze

11:11 - 23 Îlon 2021

Wezîrê Cavkaniyên Ava Îraqê  “Mehdî Reşîd El-Hemdanî” ragihandiye: “Me belge hene ku Îran tunêlan lêdidide ku berahîka ava çemên sînorî biguherîne”; Lewma Îraq mijûlê nivîsandina şikayetekê li dijî rejîma Îranê ye ku bo Saziya Netewên Yekgirtî bişîne.

Herwisa Wezîrê Cavkaniyên Ava Îraqê di 20`ê Tîrmeha îsal de gotibû, ku Îran bi tevahî rêgirî ji hatina ava çemên sînorî bo welatê Îraqê kiriye, ew kiryara rejîma Îranê li parêzgeha Diyale bû sedema trajêdiyekê.

Li gorî rapora fermî ya Îraqê, Mehdî Reşîd EL-Hemdanî li roja Sêşemiyê gotibû: “Yasayên navnetewî yên avê ji aliyê Îranê ve hatiye binpêkirin û me bi fermî Îran ji wan binpêkirinên ave agahdar kiriye, lê me ti bersivek ji berpirsên Îranê vernegirtiye”.

Herwisa navbirî tevî gotina vê yekê ku heta niha li ser beşa ava Îraqê ji wan çeman digel Îranê negihîştine ti encamekê, ragihand: “Li derheq bidestveanîna mafê xwe ji vê avê, me xalên givaşanîn ên girîng hene”.

Rejîma Îranê bi qutkirina ava çemên ku bi aliyê Îraqê ve diherikin, bû sedema hişikbûna berhemên werzêrî û xisareke gelek zêde bi werzêrên wan deveran kevtiye.