Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi ragirtina protokola hevpêçkirî bernameya navkiya xwe xistiye metirsiyê

10:48 - 2 Adar 2021

Di pêşnivîsa biryarnameya Şêwreya Hukam de hatiye ku bi ragirtina protokola hevpêçkirî, îmkana erêkirina aşitîxwazbûna bernameya navkî ya Îranê tinîne.

Roja Dûşemî 1ê Adarê, Birêveberê Giştî yê Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî, “Rafael Grossi” li derheq ragirtina protokola hevpêçkirî û bernameya navkiya rejîma Îranê ragihand: “Min berê gotibû ku ragirtin an sînordarkirina çalakiyên ceribandina rastbûna bernameya navkiya Îranê û rawestandina çavdêriya Ajansa Navkî di wê qonaxê de, dê bandoreke micid li ser şiyana Ajansê bona dana raportan li ser birêveçûna sozên Îranê hebe”.

Biryarnameya Şêwreya Hukam li roja Înê dê bê belavkirin, di wê biryarê de hatiye tekezkirin ku: “Bê birêveçûna protokola hevpêçkirî, em nikarin aştîxwazbûna bernameya navikiya Îranê erê bikin”.

Herwisa pêka zaniyariyan, di wê biryarnameyê de hatiye ku dibe rejîma Îranê bi lezgînî, daxwazên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî li derheq ceribandina rastbûna birêveçûna sozên rejîma Îranê yên bernameya navkî, bi rê ve bibe.

“Rafael Grossi” li derheq bersivnedana rejîma Îranê ragihand: “Piştî 18 mehan ji daxwaza Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî ji Îranê bona rohnkirina hebûna uraniyom di navendên neragihandî de, hêj ti bersiveke hewce, tewaw û bi belge nedaye xuya”.

Rejîma Îranê bona bidestveanîna dema hewce bo berhemanîna çeka navkî tim di hewlê de ye ku heyamê danûstandinan û biryardanan li paş bixe.