Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi rêya Hûsiyên Yemenê re cebilxaneyan bo Afrîqayê dişîne

12:41 - 8 Îlon 2020

Rejîma Îranê bi rêya Hûsiyan terorîst yên Yemenê re çek û teqemenî bo Afrîqayê û bi taybet Somaliyê dişîne ku bo welatên din yên Afrîqayê û bi taybet girûpên terorîstî tîne şandin.

Rejima Îranê bi binpêkirina biryarnameyên Şwreya Ewlehî ya Saziya Welatên Yekgirtî, Hûsiyên Yemenê kiriye hêncet û Yemenê wekî navendekê bo şandina çek û teqemenî bo girûpên terorîstî yên Somalîyê bikar tîne.

Rejîma Îranê pêka biryarên Saziya welatên Yekgirtî nikare cebilxaneyan bo nevxwe û derveyê welat hawirde û hinarde bike ku ew biryarnamane pik hatine ji biryarnameya 1737 ya sala 1385an, biryarnameya 1747 ya sala 1386an û biryarnameya 1329 ya sala 1389an.

Terha cîhanî ya dijî cinayetên rêxistinkiriyên cîhanî di nûtirîn rapora xwe de daye zanîn ku, rejîma Îranê wan çek û teqemeniyan bo Hûsiyan Yemenê dişîne û bi rêya wan re ji rêyên qaçax re bo welatê Somaliyê têne veguhastin û ji wir bo girûpên terorîstî yên di Afrîqayê de têne hinardekirin.

Çendîn caran ew cebilxaneyên rejîma Îranê hatine zevtkirin û rejîma Îranê ji dana her bersivekê xwe parastiye, lê pêka raporên “Sêntkam”ê ew cibilxanane yên rejîma Îranê bûne.

Heyamek berî niha, Wezîrê Berevanî yê rejîma Îranê, “Emîr Elî Hatemî”, ragihandibû, ku piştî hilgirtina dorpêça cebilxane ya li ser Îranê, emê dê bo hemû cihên cîhanê çek û cebilxaneyan hinarde bikin.

Axavtinên wî berpirsê rejîmê di halekê de ye ku, her di niha de rejîm gefeke bo dever û welatên din ên cîhanê.