Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi sûçê sîxûriya bo Amerika, cizayê sêdarê bi ser kesekê de sepand

11:26 - 5 Şibat 2020

Berdevkê dadweriya rejîma Îranê Gulam Husên Îsmaîlî ragihand, ku kesek bi tawana sîxûriyê ji Dezgeha Hawalgirî ya Amerika (CIA) re, bi darvekirinê hatiye ciza kirin

Berdevkê dadweriya rejîma Îranê Gulam Husên Ismailî diyarkir, kesê bi navê Emîr Rahimpûr bi tawana sîxûriyê bo Dezgeha Hawalgirî ya Amerika (CIA) re, bi darvekirinê hatiye ciza kirin.

Navbirî herwisa ragihand du çalakên dezgehek alîkariyê jî, bi tometa sîxûriyê bo Dezgeha Hawalgirî ya Amerika (CIA) re hatine girtin û cizaya girtinê bi ser wan hatiye sepandin. Ismailî da xûyakirin: yek ji tometbaran bi 10 sal cizayê Hevsê û yê din jî, bi 5 sal Hevsê hatine mehkûmkirin. Ew kesane bi sûçê, çêkirina gefê liser ewleyiya neteweyî ya Îranê ye. Nasnameya her du girtiyan, bi egera ewleyî nehatiye eşkere kirin.

Lê, kesê bi navê Emîr Rahimpûr, ku bi egera sîxûriyê ji Dezgeha Hawalgirî ya (CIA) ya Amerika re, bi darvekirinê hatiye cizadan.

Herwisa Gulam Husên Îsmaîlî ragihand ku 30 kesên dinêjî bi sûçê sîxuriya bo Amerîka hatine desbiser kirin û dê bêne dadgehî kirin.