Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bi ti awayî nikare mifahê ji perê blokbûyê xwe li Japonê werbigre

12:12 - 2 Adar 2021

Berpirsê Komîteya Hevpar a Ticareta Îran û Japonê, “Behram Şekûrî” daye zanîn ku: “Dorpêç bûye sedema blokbûna perê Îranê li welatê “Japon”ê û heta bi awayê ticareta “alav di hember alav” de jî, nikarin alavên maşînan û alav û emrazên hewce bona berhemanînê, dabîn bikin”.

Roja yekşemî 28ê Şibatê, Berpirsê Komîteya Hevpar a Ticareta Îran û Japonê, “Behram Şekûrî” li derheq perê blokbûyî yê Îranê li welatê “Japon”ê ragihand: “Em dibe berçav bigrin ku piraniya xwediyê pişka kompaniyên welatê Japonê xelkê Amerîkayê ne û berjewendiyên wan 2 welatan li hev aliya ye, lewma kompaniyên “Japon”ê jî li pey berjewendiyên xwe de ne”.

Herwisa “Behram Şekûrî got: “Beşa herî zêde ya perê blokbûyî, yê firotina neftê ye û beşa taybet jî ti pereyek di wî welatî de tinîne”.

Rejîma Îranê bi rêya ticareta beşa taybet ve perê firotina nefta xwe bi dest xwe ve tîne û bi awayekî dorpêçan dor lêdide, lê bi sedema pêbendbûna aboriya Japonê bi yasayên navnetewî û biryarên dorpêça Amerîka li ser aboriya rejîma Îranê, bi ti awayî amade nîne ku oda bazirganiya hevpar digel rejîma Îranê hebe.