
Roja Yekşemî rêkevta 23`ê Cozerdanê, Îdareya Îtila`ata bajarê Şinoyê komek ji malbatên pêşmergan bo wî îdareyê gazî kirin.
Pêka zaniyariyên ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, nivîsînek ji aliyê meimûrên Îtila`atê ve hatiye amadakirin û pêşiya wan kesan hatiye danîn ku bixwînin û ew neçar kirine ku dijî Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê sikalayê tomar bikin.
Di wê sikalaya bizorê de malbatên pêşmergan hatine neçarkirin ku daxwazê ji UNê bikin da ku keç û kurên wan dev ji pêşmergayetiyê berdin.
Rejîma Îranê bizorê fîlim ji wan malbatan hilgirtiye.
Ew hewlên rejîmê li dijî xelkê Kurdistanê û nemaze malbatên pêşmergan di halekê de ye ku xelkê Kurdistan piştevanê PDKÎ ne û ji tevlîbûna keç û xortên wan di nav refên pêşmerge de kêfxweş in.