
Pêka çend nûçe û zaniyariyên gehiştî bi malbera “Kurdistanmediya”yê, rejîma Îranê li bajarê “Seqiz”ê çend kesên sivik û çeqokêş bi kirê girtine û ewlehiya xelkê aloz kirine.
Ew kesên bikiregirtî tevî vê yekê ku rojane pirsgirêkan bo xelkê diafirînin, li şevan bo kesên ku bo kar an tişteke dinê diçine derve, rê ji wan digirin û wan azar didin.
Heta wan çeqûkîşan pirsgirêk bo jinan jî afirandine û bi şêwazên cuda bêrîzî bi çendîn jinan jî kirine
Ew bi kirgirtian rewşeke gelek xirab di nava bajar de afirandine ku ne bi tenê bo jinan belkî mêr jî bi tenê ditirsin ku serdana her cihekê bikin.
Ew pirisgirêk bajarê “Sine”Yê ji girtiye û bûye sedem ku can û malê welatiyan bikeve metirsiyê.
Heta niha welatiyan di çendin cihên pêwendîdar de şikayet li wan çeqûkêşan kirine lê bi sedema vê yekê ku ew çeqûklêş ser bi rejîmê ne ti bersivek bi xwesiyî şikayetan nehatiye dan.