Bi fermana Şêwraya Bilind ya Ewlehiya Netewî ya rejîma Îranê” û erêkirina rêberê rejîma Îslamiya Îranê “Elî Xanimeyî” hemû binçavkiriyên ku di girtîgehên Îranê de bi tawan an tohmetên girêdayî girûpên cîhadî û tundajo hatine girtin û binçavkirin, bi egera qebûlkirina mercên rejîma Îranê, dê bêne azadkirin.
Mercên rejîma Îranê bo azadiya wan binçavkiriyên cîhadî ev e, ku eger binçavkiriyên tundajo, operasiyonên xwekujiyê qebûl bikin, divê li destpêkê li nav DAÎŞê, El-Qaîde, Ensar El-Îslam û piştire li yekeyên operasiyonên lezgîn ên derveyî sînoran yên spaha Pasdaran a teroîst- hêzên derveyî yên Spaha Quds û Wezareta Îtila`atê de xebatê bikin.
Pêka mercên rejîma Îranê, cîhadiyên tundajo divê li dijî berjewendiyên “Amerîka, Ewropa, Îsraîl, dewleta navendiya Îraqê, Herêma Kurdistanê, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, opozîsiyona Îranê û qat û taxên cuda ên xelkê Kurdistanê, çalakiyên lezgîn (operasiyonî û xwekujî û kiryarên teqîneyî) encam bidin û pêka fermanên rejîmê pêngavan biavêjin, dê bêne azadkirin.
Ew kesên cîhadî dê piştire perwerdeya modern a leşkerî û pêşkevtî bibînin û dûbare bêne rêkxistinkirin.
Amara belavbûyî ya wan girtiyên cîhadî û xwekujî (întiharî) zêdetir ji 250 kesan e.