Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bo êrîşkirin li ser leşkerên Amerîkayê yarmetiya malî bi girûpa Taliban re dide

11:58 - 18 Tebax 2020

Rejîma Îranê, bona kiryarên terorîstî li dijî leşkerên Amerîkayê di Efxanistanê de yarmetiya girûpa terorîstî ya Talibanê dike, û dezgehên ewlehî yên Amerîkayê di heyama 1 salê de, rê û awayê gihandina perê Îranê bo talibanê, xistibû di bin çavdêriya xwe de.

Pêka belgeyên Wezareta Berevanî ya Amerîkayê, ew pere bo tora “Heqqanî” hatiye şandin ku ji aliyê cihgirê rêberê Talibanê ve bi rê ve diçe.

Pêka belgeyên “CNN”ê, Amerîka naxwaze ku rewşa aşitî ya Efxanistanê aloz bibe û bi wê sedemê berteka leşkerî û siyasî ji xwe nîşan nedaye.

Pêka “CNN”ê , alîkariya malî ya rejîma Îranê bi girûpa terorîstî ya Talibanê re bona êrîşa di bajarê “Begram” di bakurê bajarê Kabolê de bi wê hêcetê bûye ku bibe sedema azirandina girûpa Taliban bo wê yekê ku di paşerojê de erîşan li ser hêzên Amerîka û “NATO”yê bike.

Rejîma Îranê xwe ji ti kiryareke terorîstî naparêje û aloziyên xwe berdewam di deverê de diafirîne.