
Çendîn roj e ku agirê daristanên “Gêle Keran” li Merîwanê berdewam e û tevî vê yekê ku beşeke wî agirî ji aliyê xelkê hogirê jîngehê û çalakvanên jîngehparêziyê ve hatiye temirandin lê agir nehatiye kontrolkirin.
Pêka zaniyariyan di roja derbasbûyî de, agir bi nişkêve û bi awayekî ecêb geş bûye û ji kontrolê derketiye.
Pêka zaniyarên ku gihîştine bi malpera “Kurdistanmedia”ê, rejîma Îranê li agirberdan bi daristanên “Gêle Keran” de bo terorkirina çalakvanên jîngehparêz dafên teqînên fosforî ku taybet bi agirberdanên bihêz in bikar anîne.
Ew kiryara rejîmê bo vê yekê ye ku çalakvanên jîngehparêz û xelkê welatperwer bi hêceta agirberbûnê bêne kuştin.
Di sala 1397an de dema ku şehîd “Şerîf Bacwer” digel çend hevalên xwe mijûlê temirandina agirê daristanên merîwanê bûn, bi sedema teqîna mînê canê xwe ji dest dabû.
Di sala 1399an de, dema ku “Muxtar Xendanî, Yasîn Kerîmî ‘ bîlal Emînî” mijûlê temirandina agirê daristanan bûn di nav agir de şewitin û canê xwe fidayê axa Kurdistanê kirin.