Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê bona dewrlêdana dorpêçan bi navê kesên biyanî şirket ava kirine

12:01 - 19 Şibat 2021

Rejîma Îranê bona dewrlêdana ji dorpêçên aborî û herwisa firotina nefta xwe, hejmarekî şirket bi navê kesên biyanî tomar kirine ku heta navê kesekî Îranî jî tê de nîne û bi wî awayî perê hewce bi dest xwe ve tîne.

Roja Pêncşemî 18ê Şibatê, Cihgirê Aborî yê Spaha Quds a Spaha Pasdaran a terorîst, “Rostem Qasimî” li derheq avakirin û tomarkirina şirketan bona dewrlêdana ji dorpêçan ragihand ku: “Me bi navê kesên biyanî ew şirket tomar kirine ku heta navê yek kesê Îranî jê tê de nîne”.

Bi wî awayî perê xelkê Îranê dikeve destê hin kesan û ti garantiyek bona zivirîna wî pereyî bo xelkê Îranê tinîne.

“Rostem Qasimî” di dema Serkomariya “Mehmûd Ehmedînijad” de “Wezîrê Neft”ê bû îzn da kesekî bi navê “Babek Zencanî” ku nefta Îranê bifroşe, lê rejîma Îranê ragihandiye ku “Babek Zencanî” zêdetir ji 2 milyard “EURO”, ji perê firotina neftê nedaye dewletê.

Spaha Pasdaran bi wî pereyî pîlanên xwe yên terorîstî cî bi cî dike û geşê bi terorîzma navdewletî dide, lewma xwe li konvansiyonên “FATF û Palêrmo” yê bi dûr digre.