Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Rejîma Îranê daxwaz ji komîserê Saziya NY kiriye ku “Hemîd Nûrî” azad bikin

12:23 - 12 Tîrmeh (Temûz) 2022

Cihgirê Dezgeha Dad û Serokê Navenda Mafê Mirovî ya rejîma Îranê “Kazim Xerîbabadî” roja Sêşemî 12 Tîrmehê di nameyekê de daxwaz ji komîsarê Mafê Mirovî ya Saziya NY “‎Michelle Bashel‎" kiriye ku, cinayetkarê rejîma Îranê "Hemîd Nûrî" azad bikin û tev xisarên madî û me`newî yên gihiştî bi wî qerebû bikin.

Herwisa ji welatê "Swêdê" daxwaz kiriye ku li derheq binçavkirin û dadgehîkirina neyasayî ya "Hemîd Nûrî" de bersivder bin.

Biryar e ku piştî bidawîhatina kombûnên dadgehîkirina "Hemîd Nûrî" li welatê "Swêd"ê roja Pêncşemî 14ê Tîrmehê cezayê wî ya dawiyê bê pejirandin.

Her di vê derheqê de dozgerê welatê "Swêd"ê  bi sedema tawanên cinayetên şer û kuştina bizanebûn, daxwaza cezayê heta hetayî bo "Hemîd Nûrî" kiriye.

Hemîd Nûrî bi tawana beşdarîkirin di bidarvekirina sedan girtiyên siyasî yên Îranê yên li sala 1367an ku bi destûra Xomeynî encam dabû, niha li welatê "Swêd"ê binçavkirî ye û heta niha di kombûnên dadgehî kirinên wî de dehan kesan li dijî wî şahidî daye.